کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Leyla Yenîrce / Wêne: Frank Ossenbrink-IMAGO

Leyla Yenîrce / Wêne: Frank Ossenbrink-IMAGO

Çand û Huner

Hunermenda Kurd Leyla Yenirce bû xwediya yekem Xelata Henrike-Naumannê

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

24-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran24-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Raîd Ehmed: Lehengê bêdeng ê ku tîrêjên dilê xwe dabûn niştiman û gelê xwe
Çand û Huner23-11-2026

Raîd Ehmed: Lehengê bêdeng ê ku tîrêjên dilê xwe dabûn niştiman û gelê xwe

Wênekêşekî Kurd li Amerîkayê xelata 'Wêneyê Herî Baş' wergirt
Çand û Huner23-11-2026

Wênekêşekî Kurd li Amerîkayê xelata 'Wêneyê Herî Baş' wergirt

Çîroka ‘Sînanê Kirîv’ bû roman
Çand û Huner22-11-2026

Çîroka ‘Sînanê Kirîv’ bû roman

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendeke Kurd a Êzidî ya ku li navçeya Qubînê ya Êlihê ya Bakurê Kurdistanê hatiye dinyayê û niha li Berlînê dijî, li Almanyayê Xelata Henrike-Naumannê wergirt.

Leyla Yenirce, ji bilî xelata 15 hezar euroyî, ji bo çêkirina berhemeke hunerî ya nû jî dê 5 hezar euro alîkarî wergire.

Merasîma xelatdayînê di çarçoveya Bienala 61emîn a Hunerê ya Venedîkê de li Pavîlyona Almanyayê hat lidarxistin.

Xelata Henrike-Naumannê cara yekem e ku tê dayîn.

Ev xelat ji aliyê Enstîtuya Têkiliyên Derve ya Almanyayê (IFA) û Weqfa Zeit Buceriusê ve ji bo bîranîna hunermenda sazkariyê Henrike Naumannê hatiye dayîn.

“Nêrîna wê ya hunerî kûr e”

Li gorî nûçeya DWyê, jûriya xelatê hunermend Leyla Yenirce ji ber nêrîna wê ya hunerî ya kûr layiqî vê xelatê dîtiye ku di berhemên xwe de aliyên madî û siyasî tîne ba hev.

Jûriyê her wiha gotiye ku Yenirce mijarên civakî û siyasî bi nêrîneke azad û analîtîk vedikole û di berhemên xwe de têkiliyên civakî ava dike.

Serokê Komîteya Birêvebir a Weqfa Zeit Buceriusê Manuel Hartung jî diyar kiriye ku berhemên Yenirceyê nakokiyan derdixin holê û bi awayekî navdîsîplînî têkiliyê di navbera hunera wê û karên Henrike Naumannê de çêdikin.

Hartung bi taybetî li ser şêwaza ku Yenirce mijara tundûtîjiya li dijî jin û keçên Êzidî di berhemên xwe de pêşkêş dike rawestiyaye û gotiye ku hunermendê kariye bandora hunerî bi hestiyariya civakî re bihewîne.

Hunermend Leyla Yenirce ji ku derê ye?

Leyla Yenirce sala 1992yan li navçeya Qubînê ya Êlihê hatiye dinyayê.

Piştî ku malbata wê penaberî Almanyayê bûye, ew li bajarê Oldenburgê mezin bûye.

Yenirce piştî xwendina xwe ya li Dibistana Bilind a Hunerên Bedew a Hamburgê, li Berlînê bi cih bûye.

Hunermend di warên wêne, sazkirinên hunerî, vîdeo û performansê de berhemên xwe çêdike.

Ew di warê muzîka elektronîk de jî bi navê Rosaceae dixebite.

Di çarçoveya vê xelatê de, dê derfet ji Yenirceyê re bê dayîn ku li Muzexaneya Koleksiyonên Hunerî ya Zwickauyê (bajarê ku Henrike Naumann lê hatiye dinyayê) yan jî li galeriyên IFAyê yên Stuttgart û Berlînê pêşangehekê veke.

Nûçeyên Têkildar

Raîd Ehmed: Lehengê bêdeng ê ku tîrêjên dilê xwe dabûn niştiman û gelê xwe
Çand û Huner23-11-2026

Raîd Ehmed: Lehengê bêdeng ê ku tîrêjên dilê xwe dabûn niştiman û gelê xwe

Wênekêşekî Kurd li Amerîkayê xelata 'Wêneyê Herî Baş' wergirt
Çand û Huner23-11-2026

Wênekêşekî Kurd li Amerîkayê xelata 'Wêneyê Herî Baş' wergirt

Çîroka ‘Sînanê Kirîv’ bû roman
Çand û Huner22-11-2026

Çîroka ‘Sînanê Kirîv’ bû roman

Pirsên