کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Article hero image
Çand û Huner

MESAM îşev Xelata Rûmetê dide Dengbêj Şakiro

RÛDAW

RÛDAW

26-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW26-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Hunermenda Kurd Leyla Yenirce bû xwediya yekem Xelata Henrike-Naumannê
Çand û Huner24-11-2026

Hunermenda Kurd Leyla Yenirce bû xwediya yekem Xelata Henrike-Naumannê

Wênekêşekî Kurd li Amerîkayê xelata 'Wêneyê Herî Baş' wergirt
Çand û Huner23-11-2026

Wênekêşekî Kurd li Amerîkayê xelata 'Wêneyê Herî Baş' wergirt

Çîroka ‘Sînanê Kirîv’ bû roman
Çand û Huner22-11-2026

Çîroka ‘Sînanê Kirîv’ bû roman

Hewlêr (Rûdaw) - Yekitiya Pîşeyî ya Xwediyên Berhemên Mûzîkê ya Tirkiyeyê (MESAM), îşev li Stenbolê di merasîmeke taybet de Xelata Rûmetê dide dengbêjê navdar ê Kurd Şakiro.

Merasîma xelatdayînê dê îşev li Navenda Kongreyan a Lutfî Kirdar a Stenbolê bê lidarxistin.

Xelat ji bo rêzgirtina li keda Şakiro ye

Li gorî daxuyaniya MESAMê, ev xelat ji bo rêzgirtina li xizmet û kedên mezin ên Şakiro yên ji bo mûzîka Kurdî û çanda qedîm a dengbêjiyê tê dayîn.

Serokê Komîteya Birêvebir a MESAMê Recep Ergul li ser mijarê ragihand ku wan di nava pênc salên dawî de Xelata Rûmetê daye nêzîkî 20 hunermendên Kurd û wan îsal jî biryar daye ku vê xelata biqîmet pêşkêşî bîranîna Dengbêj Şakiro bikin.

Kurê wî dê xelatê wergire

Di destpêka merasîmê de dê wêneyên Şakiro bên nîşandan û jiyan û berhemên wî ji beşdaran re bên danasîn.

Pişt re dê Xelata Rûmetê li ser navê malbata wî ji aliyê kurê wî Umît Denîz ve bê wergirtin.

Şakiro kî ye?

Şakir Denîz ku di nav Kurdan de bi bernavkên "Şakiro", "Kewê Ribat" û "Şahê Dengbêjan" tê naskirin, sala 1936an li gundê Kelê yê navçeya Zêdkanê ya Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye.

Şakiro di temenê biçûk de dest bi dengbêjiyê kir û li cem dengbêjên navdar ên wekî bavê xwe Bedîh, Resoyê Gopalan û Bedîhê Çavşûş fêrî dengbêjiyê bû.

Wî bi dengê xwe yê zelal, hilmdirêj û şêwaza xwe ya taybet bi dehan kilam, destan û stranên Kurdî gotin û bi ser 60 kasetî re berhem li pey xwe hiştin.

Şakiro yek ji stûnên herî girîng ên dengbêjiya Serhedê bû. Gelek kilamên wî yên wekî Gulê Dêran, Kewa Gozel, Emro û Sebra Dînê di nava Kurdan de deng vedan û bûn beşek ji dîrok û çanda Kurdî.

Şakiro salên dawî yên jiyana xwe li bajarê Îzmîrê yê Tirkiyeyê derbas kirin û 5ê Hezîrana 1996an ji ber nexweşiya penceşêrê koça dawî kir.

Nûçeyên Têkildar

Hunermenda Kurd Leyla Yenirce bû xwediya yekem Xelata Henrike-Naumannê
Çand û Huner24-11-2026

Hunermenda Kurd Leyla Yenirce bû xwediya yekem Xelata Henrike-Naumannê

Wênekêşekî Kurd li Amerîkayê xelata 'Wêneyê Herî Baş' wergirt
Çand û Huner23-11-2026

Wênekêşekî Kurd li Amerîkayê xelata 'Wêneyê Herî Baş' wergirt

Çîroka ‘Sînanê Kirîv’ bû roman
Çand û Huner22-11-2026

Çîroka ‘Sînanê Kirîv’ bû roman

Pirsên