کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Sempozyuma Melayê Cizîrî / Wêne: Rûdaw

Sempozyuma Melayê Cizîrî / Wêne: Rûdaw

Çand û Huner

Erdogan ji bo Sempozyuma Melayê Cizîrî peyamek şand: Ew yek ji hîmên şaristaniya me ye

RÛDAW

RÛDAW

27-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW27-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Sempozyuma 5emîn a Navneteweyî ya Melayê Cizîrî li Cizîrê dest pê kir
Çand û Huner27-11-2026

Sempozyuma 5emîn a Navneteweyî ya Melayê Cizîrî li Cizîrê dest pê kir

MESAM îşev Xelata Rûmetê dide Dengbêj Şakiro
Çand û Huner26-11-2026

MESAM îşev Xelata Rûmetê dide Dengbêj Şakiro

Hunermenda Kurd Leyla Yenirce bû xwediya yekem Xelata Henrike-Naumannê
Çand û Huner24-11-2026

Hunermenda Kurd Leyla Yenirce bû xwediya yekem Xelata Henrike-Naumannê

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan peyamek şand Sempozyuma 5emîn a Navneteweyî ya Melayê Cizîrî.

Sempozyum îsal bi dirûşma "Li gorî Melayê Cizîrî Hezretê Pêxember" tê lidarxistin û dê du rojan bidome.

Di sempozyumê de nêrîn û ramanên Melayê Cizîrî yên li ser Hezretê Pêxember ji aliyên cuda ve tên nirxandin.

Peyama Recep Tayyîp Erdogan a ji bo sempozyumê

"Li Cizîra kevnar a Şirnexê, ji bo gotûbêjkirina li ser cîhana îrfan û hîkmeta helbestvan û ramanwer Melayê Cizîrî û beşdarbûna di Sempozyuma 5emîn a Navneteweyî ya Melayê Cizîrî de, ez ji bo vexwendina we spas dikim.

Melayê Cizîrî bi berhemên xwe ne tenê serdema xwe, belkî qonaxên piştî xwe jî ronî kirine û ew mîrateke me ya girîng e.

Ez wî kesê ku evîna Xwedayî, mirov û rastiyê kiriye navenda ramana xwe wekî yek ji hîmên herî girîng ên xezîneya şaristaniya me ya hevpar dibînim.

Civandina kesayetiyên akademîk ên ji welat û zanîngehên cuda di sempozyumê de, ji bo têgihîştina dîroka me ya kevnar û veguhastina dewlemendiya çanda me ji nifşên paşerojê re dibe piştgirî.

Em ên ku îlhama xwe ji dîrok û şaristaniya xwe werdigirin, cudahiyan wekî dewlemendiyekê dibînin û em dê ji bo bihêzkirina biratî û yekrêziya xwe ji bo piştgiriya çalakiyên zanistî, edebî û akademîk berdewam bin.

Ez ji bo her kesê ku di amadekirina vê sempozyumê de keda wî heye ji dil û can spasiya xwe pêşkêş dikim. Ez Melayê Cizîrî bi rêz û hurmet bi bîr tînim û silav û hezkirinên xwe pêşkêşî we dikim."

"20 akademîsyen dê gotarên xwe pêşkêş bikin"

Li ser navê komîteya amadekar Doç. Dr. Ahmet Ozdemîr ragihand ku mijara sereke ya sempozyuma îsal wekî "Li gorî Melayê Cizîrî Hezretê Pêxember" hatiye diyarkirin.

Ozdemîr bi bîr anî ku di sempozyumên berê de têgihîştina Melayê Cizîrî ya li ser hebûn, tewhîd, zanîn û sincê hatiye nirxandin û di bernameya îsal de jî nêrînên wî yên li ser Hezretê Pêxember tên rojevê.

Doç. Dr. Ahmet Ozdemîr eşkere kir ku di sempozyumê de 20 akademîsyen dê gotarên xwe pêşkêş bikin.

Ozdemîr da zanîn ku di komîteya zanistî de akademîsyenên ji Îran, Îraq, Sûriye, Almanya, Bosna Hersek û Swêdê hene.

Her wiha ji zanîngehên Stenbol, Enqere, Amed, Mêrdîn, Sêrt, Mûş, Şirnex, Bedlîs û Êlihê jî gelek beşdar hene û alim û melayên medreseyên herêmê jî tevlî bernameyê bûne.

Şêxê helbestvanên Kurd: Melayê Cizîrî

Melayê Cizîrî yê ku di navbera salên 1567-1640î de jiyaye, yek ji mezintirîn navên wêjeya klasîk a Kurdî ye.

Navê wî yê resen Ehmedê kurê Mihemedê Bûtî yê Cizîrî ye.

Wî bi taybetî bi Dîwana xwe ya bi Kurmancî mohra xwe li wêjeya Kurdî xistiye û di helbestên wî de evîna îlahî, tewhîd û hezkirina kûr a ji bo Hezretê Pêxember cihekî berbiçav digire.

Melayê Cizîrî hezkirina ji bo Xwedê û Pêxember wekî bingeha pêşketina giyanî ya mirov û gihîştina heqîqetê dibîne.

Gora Melayê Cizîrî li Medreseya Sor a dîrokî ya li navçeya Cizîrê ye ku wî serdemekê li wir ders didan.

Mîrata çandî ya herêmê

Doç. Dr. Ahmet Ozdemîr destnîşan kir ku yek ji armancên sereke yên sempozyumê zindîkirina mîrata pêşengên wekî Melayê Cizîrî, Melayê Bateyî, Feqiyê Teyran û Ehmedê Xanî ye.

Ozdemîr anî zimên ku xebatên akademîk ên li ser van kesayetan dê xizmetê ji danasîna nirxên madî û manewî yên herêmê re bikin, mîrata çandî biparêzin û piştgiriyê bidin aramiya civakî.

Nûçeyên Têkildar

Sempozyuma 5emîn a Navneteweyî ya Melayê Cizîrî li Cizîrê dest pê kir
Çand û Huner27-11-2026

Sempozyuma 5emîn a Navneteweyî ya Melayê Cizîrî li Cizîrê dest pê kir

MESAM îşev Xelata Rûmetê dide Dengbêj Şakiro
Çand û Huner26-11-2026

MESAM îşev Xelata Rûmetê dide Dengbêj Şakiro

Hunermenda Kurd Leyla Yenirce bû xwediya yekem Xelata Henrike-Naumannê
Çand û Huner24-11-2026

Hunermenda Kurd Leyla Yenirce bû xwediya yekem Xelata Henrike-Naumannê

Pirsên