کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Wêne: Rûdaw

Wêne: Rûdaw

Çand û Huner

Gulşen Orhan: Melayê Cizîrê Kurdî gihandiye asta edebiyateke bilind

RÛDAW

RÛDAW

27-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW27-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Erdogan ji bo Sempozyuma Melayê Cizîrî peyamek şand: Ew yek ji hîmên şaristaniya me ye
Çand û Huner27-11-2026

Erdogan ji bo Sempozyuma Melayê Cizîrî peyamek şand: Ew yek ji hîmên şaristaniya me ye

Sempozyuma 5emîn a Navneteweyî ya Melayê Cizîrî li Cizîrê dest pê kir
Çand û Huner27-11-2026

Sempozyuma 5emîn a Navneteweyî ya Melayê Cizîrî li Cizîrê dest pê kir

MESAM îşev Xelata Rûmetê dide Dengbêj Şakiro
Çand û Huner26-11-2026

MESAM îşev Xelata Rûmetê dide Dengbêj Şakiro

Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmenda Serokkomarê Tirkiyeyê Gulşen Orhanê li ser Melayê Cizîrî got, “Melayê Cizîrê Kurdî gihandiye asta edebiyateke bilind”

Li navçeya Cizîrê ya parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê, Sempozyuma 5emîn Navneteweyî ya Melayê Cizîrî bi hevkariya Parêzgariya Şirnexê, Zanîngeha Şirnexê û Qeymeqamiya Cizîrê dest pê kir.

Sempozyum îsal bi dirûşma "Li Gorî Melayê Cizîrî Hz. Pêxember" li Hola Konferansê ya Otêla Dedemanê ya Cizîrê tê lidarxistin.

Di bernameyê de cîhana ramanê, têgihiştina tesewifê û mîrateya edebî ya pêşengê Edebiyata Klasîk a Kurdî Melayê Cizîrî bi aliyên cuda tên nirxandin.

Gelek akademîsyen, lêkolîner û mêvanên ji Tirkiyeyê û welatên cuda beşdarî bernameyê dibin ku dê 2 rojan bidome.

Şêwirmenda Serokkomarê Tirkiyeyê Gulşen Orhanê di vekirina sempozyumê de axivî û got:

Gulşen Orhanê diyar kir ku ev civîn ne tenê çalakiyeke akademîk e, îradeyeke ji bo gihandina mîrateyeke kevnar bi hemdem û paşerojê re ye.

"Peyveke gerdûnî ava kir ku sînorên demê derbas dike"

Gulşen Orhanê da zanîn ku Melayê Cizîrî ne tenê helbestvanekî dîwanê an alimekî tesewifê ye û wiha pê de çû:

"Dema em gavan diavêjin nav cîhana Melayê Cizîrî, tenê helbestvanekî dîwanê an alimekî tesewifê dernakeve pêşiya me.

Di rêzên wî de hûrgiliya zanistê, kûrahiya rastiyê, coşa evînê û xweşikahiya hiş û hîkmetê di nav hev de ne.

Melayê Cizîrî zanîna zanistî û edebî ya serdema xwe bi dengê erdnîgariya xwe re kiriye yek û peyveke gerdûnî ava kiriye ku sînorên demê derbas dike.

Wî mirov, hebûn, gerdûn û pêwendiya bi afirîner re di parzûneke kûr a ramanê re derbas kiriye.

Ji ber vê sedemê mîrateya ku wî hiştiye bi derbasbûna salan re kevn nabe.

Berovajî vê, ew xezîneyeke zindî ye ku li benda wê yekê ye di her serdemeke nû de ji pencerên cuda ji nû ve were xwendin."

"Qelema damezirîner ê ku Kurdî veguhart"

Gulşen Orhanê bal kişand ser rola damezrîner a Melayê Cizîrî ya di ziman û edebiyata Kurdî de û axaftina xwe wiha domand:

"Di dilê vê mîratê de cihekî gelekî kûr û diyarker ê çanda Kurdan, edebiyat û kevneşopiya wê ya devkî û nivîskî heye.

Melayê Cizîrî Kurdî ji zimanekî pêwendiya rojane derxist û ew veguherand zimanekî bilind ê edebiyat, tesewif û ramanê. Ew yek ji qelemên damezrîner ên herî bihêz e.

Wî hûrgiliyên çanda me, hestiyariya estetîkê û manewiyata kûr di helbestên xwe de hûnand û asoyeke bêhempa da vê kevneşopiyê.

Ji ber vê yekê, her xwendin û nirxandina ku îro li vir tê kirin, di heman demê de gaveke gelekî hêja ye ku kûrahî, dewlemendî û hêza jiyanê ya mîrateya çand û edebiyata Kurdî dide nîşandan."

"Cizîr navendeke kevnar e"

Gulşen Orhanê li ser wateya lidarxistina sempozyumê ya li Cizîrê jî axivî û bal kişand ser hafizeya dîrokî ya navçeyê û got:

"Wateyeke gelekî cuda ya Cizîrê di vê civînê de heye. Ev der navendeke hafizeya kevnar e ku Melayê Cizîrî lê hewayê girtiye, ramanên wî lê çêbûne û jiyana zanist û çandê bi sedsalan lê reh berdane.

Lidarxistina sempozyumê ya li ser van axan tê wateya dengvedana peyvê li warê wê yê resen û gihandina ramanê bi hewaya wê re.

Hatina kesên hêja yên ji bajar û beşên cuda ya li vî cihê kevnar tabloyekê pêşkêş dike ku pêwendiyên me yên çandî û mirovî xurttir dike û nirxên me yên hevpar bêhtir eşkere dike."

Gulşen Orhanê ji ber piştgiriya ji bo derxistina holê ya berhemên klasîk ên Kurdî û parastina mîrata çandî spasiya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan kir.

Gulşen Orhanê her wiha spasiya Parêzgariya Şirnexê, Rektoriya Zanîngeha Şirnexê, Qeymeqamiya Cizîrê û hemû akademîsyenên ku keda wan di organîzasyonê de heye kir.


Nûçeyên Têkildar

Erdogan ji bo Sempozyuma Melayê Cizîrî peyamek şand: Ew yek ji hîmên şaristaniya me ye
Çand û Huner27-11-2026

Erdogan ji bo Sempozyuma Melayê Cizîrî peyamek şand: Ew yek ji hîmên şaristaniya me ye

Sempozyuma 5emîn a Navneteweyî ya Melayê Cizîrî li Cizîrê dest pê kir
Çand û Huner27-11-2026

Sempozyuma 5emîn a Navneteweyî ya Melayê Cizîrî li Cizîrê dest pê kir

MESAM îşev Xelata Rûmetê dide Dengbêj Şakiro
Çand û Huner26-11-2026

MESAM îşev Xelata Rûmetê dide Dengbêj Şakiro

Pirsên