کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Çand û Huner

Kurdên çar parçeyan li Strasbourgê civiyan: Şev bi çanda Kurdan xemilî

Hêmin Ebdullah

Hêmin Ebdullah

27-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Hêmin Ebdullah
Hêmin Ebdullah27-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Gulşen Orhan: Melayê Cizîrê Kurdî gihandiye asta edebiyateke bilind
Çand û Huner27-11-2026

Gulşen Orhan: Melayê Cizîrê Kurdî gihandiye asta edebiyateke bilind

Erdogan ji bo Sempozyuma Melayê Cizîrî peyamek şand: Ew yek ji hîmên şaristaniya me ye
Çand û Huner27-11-2026

Erdogan ji bo Sempozyuma Melayê Cizîrî peyamek şand: Ew yek ji hîmên şaristaniya me ye

Sempozyuma 5emîn a Navneteweyî ya Melayê Cizîrî li Cizîrê dest pê kir
Çand û Huner27-11-2026

Sempozyuma 5emîn a Navneteweyî ya Melayê Cizîrî li Cizîrê dest pê kir

Dusseldorf (Rûdaw) - Li bajarê Strasbourgê yê Fransayê ku paytexta duyem a Yekîtiya Ewropayê ye, dengê stran û govenda Kurdî holek dagirt.

Rêxistinên Kurdan ji bo komkirina Kurdistaniyên her çar parçeyên Kurdistanê li wî bajarî şeveke taybet li dar xist.

Ew çalakiya ku 4ê Çiriya Paşîn a 2026an lidarxistin di bernameya vê hefteyê ya Diyasporayê ya Rûdawê de hat weşandin.

Seroka Rêxistina Deng a ji bo Guherînê ya li Fransayê Meryem Şemdînê ji Rûdawê re qala fikra wê êvara çandî kir.

Şemdînê diyar kir ku wan bi çend rêxistinên din ên Kurdan ên li Strasbourgê re biryar daye ku şeveke Kurdî ya xwerû li dar bixin.

“Armanca me komkirina Kurdan bû”

Meryem Şemdînê li ser destpêka amadehiyan wiha got:

"Dema em di destpêkê de bi hev re rûniştin, armanca me ew bû ku em karekî Kurdî û Kurdewarî bikin da ku em Kurdên xwe kom bikin û li dora hev rûnin."

Wan ji bo wê armancê stranbêj û hunermendên ji Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê vexwendin.

Cil û berg û xwarinên Kurdan

Di şevê de ne tenê muzîk û stran hatin pêşkêşkirin, her wiha ji bo kiras û qeftanên Kurdî pêşandana cil û bergan jî bi rê ve çû.

Ji mêvanan re xwarinên Kurdî yên wekî savar û nîskê bi germî hatin pêşkêşkirin.

Li gorî gotina Şemdînê, wê rojê Kurdên Rojhilat, Rojava, Başûr û Bakurê Kurdistanê bi hev re li holê amade bûn û atmosfereke germ a biratiyê ava kir.

“Strana Kurdî rojekê şoreş bûye”

Li ser dika şahiyê rola dîrokî ya hunerê hat bibîrxistin û ji bo nifşê nû wiha hat gotin:

"Dibe ku ciwanên me baş nizanibin lê temenmezinên me baş dizanin ku strana Kurdan rojekê şoreş bûye."

Pirsên