Hewlêr (Rûdaw) - Saziya sîgorte û xizmetên darayî ya cîhanî Allianz Tradeyê, rapora xwe ya bi navê "Pêşbîniya Îflasa Cîhanî ya 2028an" belav kir.
Di raporê de li ser rewşa aborî ya Tirkiyeyê hişyariyên balkêş hatin dayîn.
Rapor dibêje ku di sala 2026an de rêjeya şirketên ku dê îflas bikin dê bigihîje asteke metirsîdar.
Îflasa şirketan dê ji sedî 31 zêde bibe
Li gorî amarên raporê, tê çaverêkirin ku hejmara îflasa şirketan a li Tirkiyeyê di dawiya sala 2026an de ji sedî 31 zêde bibe.
Sala 2025an hejmara îflasan 2 hezar û 131 bû lê tê pêşbînîkirin ku ev hejmar bigihîje 2 hezar û 800î.
Di nîvê yekem ê salê de rêjeya îflasan ji sedî 44 bilind bû.
Pisporên aboriyê texmîn dikin ku ev bilindbûn dê tevahiya salê jî bidome.
Sedemên sereke yên vê krîzê sistbûna geşeya aborî û zêdebûna enflasyonê ne.
Her wiha tengbûna marjên qezencê yên şirketan jî wekî sedemên sereke tên destnîşankirin.
Tirkiye li cîhanê sêyem e
Li gorî pêşbîniyên Allianz Tradeyê, Tirkiye di sala 2026an de di leza zêdebûna îflasa şirketan de li seranserê cîhanê derketiye rêza sêyemîn.
Di rêzbendiya cîhanî de Taywan bi ji sedî 36an di rêza yekem de ye.
Swîsre bi ji sedî 32yan di rêza duyem de û Tirkiye jî bi ji sedî 31ê di rêza sêyem de cih digirin.
Ji bo Yunanistanê jî ev rêje wekî ji sedî 26 hatiye pêşbînîkirin.
Hêviya îstiqrara aborî ya ji bo 2027an
Li gorî nûçeya ku Bloomberg HTyê ji raporê veguhastiye, tê pêşbînîkirin ku ji sala 2027an û pê ve rêjeya îflasa şirketên li Tirkiyeyê ber bi paşveçûnê ve biçe.
Tê çaverêkirin ku bi daketina enflasyonê û bihêzbûna îstiqrara aborî re hejmara îflasan di sala 2027an de ji sedî 7 dakeve û bibe 2 hezar û 600.
Her wiha ji bo sala 2028an jî pêşbîniya daketineke ji sedî 2yan tê kirin ku dê hejmar dakeve 2 hezar û 550î.
Lê belê tevî vê pêşbîniya erênî jî, rapor balê dikişîne ser xaleke girîng.
Tê pêşbînîkirin ku heta sala 2028an jî hejmara îflasan li gorî paşxaneya xwe ya dîrokî di asteke pir bilind de bimîne.
Sektorên ku di bin metirsiyê de ne
Di nirxandina Allianz Tradeyê de hat eşkerekirin ku qadên herî zêde rûbirûyî rîska îflasê mane, sektorên avahîsazî, bazirganiya hûrdik (perakende) û xizmetguzariyê ne.
Rapor her wiha radigihîne ku dê zexta aborî ya ji ber lêçûnên darayî (fînansekirin) û xerciyên enerjiyê yên li ser milê şirketan, heyameke din jî bidome.


.webp&w=3840&q=75)
