Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê petrolê, piştî nûçeyên li ser êrişa Amerîkayê ya li Girava Qeşmê ya li Tengava Hurmizê bilind bû.
Piştî vebûna bazarên Asyayê, îro di demjimêrên destpêkê de bihayên petrolê bilind bûn.
Belavbûna nûçeyên derbarê êrişa Amerîkayê ya li Girava Qeşmê bandordar bihabûna petrolê kir.
Tirs û fikar zêde bûn
Ev rûdan bû sedem ku tirs û fikarên berfirehbûna şer zêde bibin.
Şerê ku ev 9 meh in didome, metirsiyê li ser hinartina petrola Rojhilata Navîn çêdike û dibe sedem ku veguhastina petrolê asê bimîne.
Bihayê bermîla petrola brent a Deryaya Bakur 48 sentan, wate ji sedî 0,5 zêde bû û bermîla wê derket 105,25 dolaran.
Bihayê bermîla petrola xav a Teksasa Rojava ya Amerîkayê (WTI) jî 47 sentan, wate ji sedî 0,5 zêde bû û bermîla wê jî bû 96,93 dolar.
Di dan û standinên duşemê de daketibû
Ev bilindbûn piştî wê yekê hat ku di dan û standinên duşemê de bihayê petrolê daketibû.
Di wan dan û standinan de bihayê bermîla petrola brent 8,66 dolaran, wate ji sedî 7,63 daketibû û bermîla wê heta nêzîkî 104,77 dolaran kêm bûbû.
Êrişa "ji bo parastinê"
Rojnameya Wall Street Journalê di nûçeya xwe ya ku spartiye rayedarên Amerîkî de, ragihand ku hêzên Amerîkayê li Tengava Hurmizê êrişî Girava Qeşmê kiriye.
Hinek rayedarên Amerîkayê ev êriş wekî gavên "ji bo parastinê" bi nav kirin.
Armanca Amerîkayê ew e ku rê li ber Îranê bigire da ku li tengavê êrişî keştiyên bazirganiyê neke.
Pisporê bazarên darayî yê KCM Tradeyê Tim Waterer ev mijar nirxandin û got:
"Di demekê de ku bazar li ser hewldanên dîplomatîk hûr bûbûn, vê nûçeyê rîskên li ser bazara petrolê careke din anîn rojevê."
.webp&w=3840&q=75)


