Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUÎK) amarên enflasyonê yên meha Çiriya Pêşîn belav kirin.
Piştî zêdebûna ji sedî 1,84 a di meha Îlonê de, bala hemû derdorên aboriyê li ser amarên Çiriya Pêşîn bû.
Li gorî amarên fermî yên TUÎKê, di meha Çiriya Pêşîn de enflasyon ji sedî 2,58 bilind bûye.
Her wiha enflasyona salane jî gihîştiye ji sedî 29,77an.
Amarên ENAGê
Koma Lêkolîna Enflasyonê (ENAG) saziyeke serbixwe ye.
Vê komê jî amarên xwe yên E-TUFEyê yên Çiriya Pêşîn a 2026an belav kirin.
Li gorî hesabên ENAGê, Endeksa Bihayên Serfkaran (E-TUFE) di meha Çiriya Pêşîn de li gorî meha borî ji sedî 2,68 zêde bûye.
Her wiha enflasyona salane jî derketiye ji sedî 45,12an.
Pêşbîniya pisporên aboriyê çi bû?
Hinek pispor û aborînas tevlî Rapirsiya Pêşbîniya Enflasyonê ya AA Fînansê bûbûn.
Wan çaverê dikir ku Endeksa Bihayên Serfkaran (TUFE) di meha Çiriya Pêşîn de ji sedî 2,20 zêde bibe.
Heman aborînasan pêşbînî dikir ku enflasyona salane ya ku di Îlonê de ji sedî 29,73 bû, di Çiriya Pêşîn de dakeve ji sedî 29,28an.
Lê belê amarên nû, ji pêşbîniyên bazarê bilindtir derketin.

.webp&w=3840&q=75)

