Hewlêr (Rûdaw) - Bihaya zêr ji ber daxistina bihaya petrolê û geşbîniya li ser lihevkirina muhtemel a navbera Amerîka û Îranê, ji lûtkeya ku doh bidest xistibû bi paş ve gav avêt.
Ji aliyê din ve, bendewariyên derbarê polîtîkaya faizê ya Fedê zexta li ser zêr didomînin.
Bihaya onsa zêr di roja duyem a borseya vê hefteyê de rû bi rûyê daketinê bû.
Zêrê ku roja duşemê heta 4 hezar û 147 dolaran hilkişiyabû, bi vebûna bazarên Asyayê re hinek ji qezencên xwe winda kir û daket asta 4 hezar û 110 dolarî.
Daketina bihaya petrolê û hêviyên lihevkirinê yên navbera Amerîka û Îranê, roja duşemê bû sedema xurtbûna bihaya zêr.
Zêr di roja bazirganiyê ya berê de ji sedî 1,7 zêde bûbû û hefteya borî jî nêzîkî ji sedî 5 rabibû.
Bihaya petrol û zêr berevajî hev dimeşin
Îsal bihayên zêr û petrolê bi gelemperî berevajî hev herikîn.
Daketina ku rojên dawî di bihaya petrola xam de pêk hat, hinek ji zexta li ser zêr sivik kir.
Lawazbûna dolar jî ji bo hilberînerên ku pereyên din bi kar tînin, kirîna zêr hîn erzantir kir.
Lê belê, di endeksa dolar de îro hinek bilindbûn hat tomarkirin.
Polîtîkaya faizê ya Fedê zextê li ser zêr dike
Ji aliyê din ve, fikarên Banka Navendî ya Amerîkayê (Fed) ên derbarê bilindbûna enflasyonê de, wekî yek ji astengên herî mezin ên li pêşiya rûdana zêr berdewam dikin.
Rayedarên Fedê tekez dikin ku divê enflasyon teqez were kontrolkirin ji ber vê yekê li bazaran bendewariya ku di meha kanûnê pêşîn de rêjeyên faizê ji nû ve werin bilindkirin xurt dibe.
Serokê Fedê yê Richmondê Tom Barkin û Serokê Fedê yê Chicagoyê Austan Goolsbee jî di daxuyaniyên xwe de bal kişandin ser xurtbûna aboriya Amerîkayê û berdewamiya zextên enflasyonê.
Nirxandinên rayedaran, bendewariyên ku Fed dikare polîtîkaya xwe ya dravî tund bihêle an jî rêjeyên faizê hîn zêdetir bike xurt kirin.
Tê payîn ku ev rewş zexta li ser bihayên zêr bidomîne.



