Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî amarên meha Çiriya Pêşîn a 2026an yên Saziya Kar a Tirkiyeyê (ÎŞKUR), li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hejmara bêkarên tomarkirî ji 2,2 milyonî derbas bûye.
Ji ber kêmbûna meaşan, 32 hezar welatiyên xanenişîn ên ji 60 salî mezintir neçar mane ku li kar bigerin.
Her wiha ji sedî 58ê wan 228 hezar kesên ku zêdetirî salekê ye li benda kar in, ji ciwanên temenê wan di navbera 20 û 34 saliyê de pêk tên.
Li benda kar in lê hêvî kêm e
Li gorî amarên meha çiriya pêşîn, hejmara bêkarên ku navê xwe li ÎŞKURê tomar kirine gihîştiye 2 milyon û 281 hezar kesan.
Tevî ku hejmara bêkaran zêde bûye jî, di bicihkirina kar de pêvajoyeke berevajî çêbûye û rêjeya karkirinê kêm bûye.
Li gorî heman serdema sala borî (di navbera Kanûna Paşîn û Çiriya Pêşîn de), bicihkirina kar ji sedî 3,1 daketiye.
Amarên ÎŞKURê dirêjbûna dema lêgerîna kar jî radixin ber çavan.
Ji bêkarên tomarkirî 228 hezar û 149 kes, salek û zêdetir e li benda kar in.
Li gorî vê yekê, ji sedî 10ê bêkaran demeke dirêj e bi rêya ÎŞKURê li kar digerin.
Bêkariya jinan zêdetir e
Ji wan kesên ku salek û zêdetir e li benda kar in, ji sedî 55,9ê wan jin û ji sedî 44ê wan jî mêr in.
Çi qasî ji sedî 51ê hemû bêkaran jin bin jî, ev rêje di nav bêkarên demdirêj de derdikeve ji sedî 55,9an.
Ev yek nîşan dide ku bêkariya demdirêj di nav jinan de berbelavtir e.
Dema dîtina kar bi taybetî di nav komên herî çalak ên temenê karkirinê de dirêj dibe.
Ji 228 hezar û 149 kesên ku li ÎŞKURê tomarkirî ne û zêdetirî salekê ye li benda kar in, ji sedî 58ê wan ciwanên di navbera 20 û 34 salî de ne.
Zanîngeh xwendine lê dîsa jî bêkar in
Koma ku bêkariya demdirêj herî zêde lê tê dîtin, bi 53 hezar û 403 kesan koma di navbera temenê 25 û 29 salî de ye.
Ji 417 hezar û 619 bêkarên di vê koma temenî de, ji sedî 12,7ê wan zêdetirî salekê ye li benda kar in.
Dîplomaya zanîngehê jî pêşî li bêkariya demdirêj nagire.
Ji sedî 10ê kesên ku demeke dirêj e bêkar in, kesên xwedî pîşe ne ku herî kêm di asta lîsansê de zanîngeh xwendine.
Malnişîn neçar in li kar bigerin
Amarên ÎŞKURê didin xuyakirin ku li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê lêgerîna kar gihîştiye temenên mezin jî.
Ji meha çiriya pêşîn ve, 32 hezar û 86 kesên 60 salî û jortir, wekî bêkarên tomarkirî li kar digerin.
Li gorî heman serdema sala borî, hejmara bêkaran a di vê koma temenî de 5 hezar û 263 kes zêde bûye.
Ji bêkarên bitemen, 23 hezar û 211 kes di navbera 60-64 salî de ne û 8 hezar û 875 kes jî ji 65 salî mezintir in.
Hejmara kesên ku tevî temenê wan ji 60î derbas bûye jî zêdetirî salekê ye li benda kar in, gihîştiye hezar û 565 kesan.
Di serdema kanû paşîn-çiriya pêşîn de, saziyê tenê 18 hezar û 3 kesên ku temenê wan ji 60î mezintir e, li kar bi cih kirin.
Nîvê bêkaran nikarin sûdê ji meaşê bêkariyê wergirin
Piraniya bêkaran nikarin sûdê ji meaşê bêkariyê (alîkariya darayî ya ji bo bêkaran) wergirin.
Di serdema Kanûna Paşîn-Îlona 2026an de, ji 1 milyon û 359 hezar kesên ku serî li meaşê bêkariyê dane, tenê 635 hezar û 870 kes mafdar hatin dîtin.
Li gorî vê yekê, tenê ji sedî 46,7ê serlêderan mafê wergirtina meaş bi dest xistin.
Anku ji nîvî zêdetirê kesên bêkar ên ku serî lê dane, nekarîne sûdê ji vî meaşî wergirin.



