کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Xeta hinartina petrolê / Wêne: Arşîv

Xeta hinartina petrolê / Wêne: Arşîv

Aborî

Hinardeya petrola Îraqê ya bi rêya Tirkiyeyê derket ser 300 hezar bermîlî

RÛDAW

RÛDAW

19-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW19-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Berpirsekî Nînowayê: Rojane 5 hezar bermîl petrol bi qaçaxî dibin Sûriyeyê
Aborî19-11-2026

Berpirsekî Nînowayê: Rojane 5 hezar bermîl petrol bi qaçaxî dibin Sûriyeyê

Banka Bajaran ji budceya şaredariyan ji sedî 27 birî
Aborî18-11-2026

Banka Bajaran ji budceya şaredariyan ji sedî 27 birî

Bihayê zêr nêzîkî asta herî kêm a zêdetirî salekê bû
Aborî17-11-2026

Bihayê zêr nêzîkî asta herî kêm a zêdetirî salekê bû

Hewlêr (Rûdaw) - Ji nû ve xebitandina boriya duyem a Kerkûk - Tirkiyeyê, rêjeya hinardeya petrolê ya bi rêya Bendera Ceyhanê gihandiye zêdetirî 300 hezar bermîlî.

Wezareta Petrolê ya Îraqê li benda çakkirina stasyonekê ya li Zûmarê ye da ku hinardeya xeta duyem bi tenê bigihîne 500 hezar bermîlî di rojê de.

Berdevkê Wezareta Petrolê ya Îraqê Selîm Rukabî ji Rûdawê re got:

"Ew petrola ku hinardekirina wê bi rêya boriya duyem a petrolê ji bo Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê dest pê kiriye, petrola Kerkûk û Besrayê ye."

Ji 17ê Çiriya Paşîn ve hatiye xebitandin

Xeta duyem a hinardekirina petrola Kerkûk - Tirkiyeyê piştî rawestana zêdetirî 12 salan, ji 17ê Çiriya Paşîn ve hat xebitandin û niha rojane 120 hezar bermîl bi rêya wê boriyê tê hinartin.

Selîm Rukabî got, "Niha bi du boriyan rojane 300 hezar bermîl petrol bi rêya Tirkiyeyê tê hinartin û rêjeya wê di zêdebûnê de ye."

Wezareta Petrolê ya Îraqê plan dike ku asta hinardeya rojane ya petrolê ya bi rêya boriya 46an bigihîne 500 hezar bermîlî û ji bo vê yekê jî li benda çakkirina stasyona IT2Ayê ne.

Berdevkê Wezareta Petrolê ya Îraqê ragihand ku ji bo ku rêjeya hinardeyê bigihîje 500 hezar bermîlî, demeke diyarkirî nehatiye danîn.

Hikûmeta Îraqê ji du xetan petrolê ji bo Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê hinarde dike ku yek ji wan Herêma Kurdistanê ye û ya din jî boriya duyem e ku vê hefteyê hat xebitandin.

Stasyona IT2Ayê ya li Zûmarê tê çakkirin

Çavkaniyeke agahdar a ji Şirketa Petrola Bakur ji Rûdawê re ragihand ku li ser xeta 46an sê stasyonên pompekirina hinardeya petrolê hene.

Li gorî wê çavkaniyê, stasyonek li Kerkûkê ye, ya din li navçeya Şergatê ya Selahedînê ye û stasyona sêyem a ku wekî IT2A tê binavkirin jî li Zûmarê ya li sînorê parêzgeha Neynewayê ye.

Çavkaniyê da zanîn ku ew stasyona li Zûmarê xera bûye, niha tîmên endezyariyê mijûlî çakkirina wê ne û ji bo zêdekirina hinardeya petrolê ya bi rêya wê boriyê stasyona "herî girîng" e.

Boriya 46an a hinardeya petrolê piştî Kerkûkê diçe Selahedînê û piştre jî di Nînowayê re derbas dibe heta ku digihîje sînorê Tirkiyeyê.

Şiyana boriyê di destpêka avakirina wê de yek milyon bermîl bû lê li gorî gotina çavkaniya Rûdawê ya li Şirketa Petrola Bakur, niha şiyana boriyê ya hinardekirina wê rêjeyê nemaye.

Nûçeyên Têkildar

Berpirsekî Nînowayê: Rojane 5 hezar bermîl petrol bi qaçaxî dibin Sûriyeyê
Aborî19-11-2026

Berpirsekî Nînowayê: Rojane 5 hezar bermîl petrol bi qaçaxî dibin Sûriyeyê

Banka Bajaran ji budceya şaredariyan ji sedî 27 birî
Aborî18-11-2026

Banka Bajaran ji budceya şaredariyan ji sedî 27 birî

Bihayê zêr nêzîkî asta herî kêm a zêdetirî salekê bû
Aborî17-11-2026

Bihayê zêr nêzîkî asta herî kêm a zêdetirî salekê bû

Pirsên