Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Komîteya Ewlehî û Parastinê ya Encumena Parêzgeha Nînowayê ragihand ku li gorî agahiyên wan, rojane 5 hezar bermîl petrol ji parêzgehê bi qaçaxî dibin Sûriyeyê.
Ew berpirsê Nînowayê dibêje ku dê di demeke nêzîk de komîteyeke lêkolînê ji bo şopandina wê dosyeyê serdana Neynewayê bike.
Serokê Komîteya Ewlehî û Parastinê ya Encumena Parêzgeha Nînowayê Mihemed Casim Kakeyî îro ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:
"Nînowa yek ji wan parêzgehan e ku petrol tê de bi qaçaxî tê birin. Li gorî agahiyên rojane 5 hezar bermîl petrol bi qaçaxî dibin Sûriyeyê."
“Dê lêkolîn li ser talankirina petrolê bê kirin”
Kakeyî li ser rêkarên lêpirsînê û rawestandina wê qaçaxçîtiyê amaje bi wê yekê kir ku hewlan ji bo binbirkirina wê kiryarê dest pê kiriye û got:
“Komîteyeke lêkolînê dê di demeke nêzîk de serdana Nînowayê bike û li ser qaçaxçîtî û talankirina petrolê ya li sînorê parêzgehê lêkolînê bike.”
Serokwezîrê Îraqê li Curf Sexrê hişyarî dabû
Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê Elî Zeydî roja yekşemê (15ê Çiriya Paşîna 2026an), di dema serpereştiya civîneke ewlehiyê ya li ser qaçaxçîtiya petrolê ya li Curf Sexrê de ragihand:
"Bistek ji axa Îraqê namîne ku qaçaxçîtî û dizî tê de bê kirin, ji Zaxoyê heta Besrayê."
Komîteya parlamentoyê dê serdana Herêma Kurdistanê bike
Her ji bo şopandina vê dosyeyê, Serokê Parlamentoya Îraqê Heybet Helbûsî bi fermana parlamentoyî ya hejmar 198 a 11ê Çiriya Paşîna 2026an biryar da ku bi serokatiya Serokê Komîteya Ewlehî û Parastinê, ji serokên heft komîteyên daîmî yên parlamentoyê komîteyeke demkî bê avakirin.
Komîteya parlamentoyê çûye parêzgeha Kerkûkê û roja duşemê 16ê Çiriya Paşîna 2026an dest bi lêkolînê kiriye.
Her wiha biryar e serdana Neynewa û Herêma Kurdistanê jî bike.



