Kobanî (Rûdaw) - Li bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê, peydakirina hinek dermanên nexweşiyên giran her ku diçe zehmettir dibe.
Nexweş neçar in dermanên xwe bi bihayên giran ji derveyî welêt bînin.
Her wiha welatî ji nebûna çavdêriya li ser dermanxaneyan û cudahiyên bihayê dermanan gilî û gazinan dikin.
Omer Silêman nexweşekî damaran (reh) e li Kobaniyê. Ew bi dehan sal in li hemberî vê nexweşiyê têdikoşe.
Dermanê ku divê ew bi awayekî herdemî bi kar bîne li bajarê wî peyda nabe.
Ji ber vê yekê, ew neçar e ku bi rêya navbeynkaran dermanê xwe ji Tirkiyeyê bîne.
Ev nexweş ji bo her du qutî dermanên ku di mehekê de bi kar tîne, nêzîkî 125 dolaran xerc dike.
Ev biha ji bo gelek malbatên li herêmê barekî gelekî giran e.
"Dermanê min li Kobaniyê peyda nabe"
Omer Silêman li ser vê zehmetiyê ji Rûdawê re got:
"Dermanê ku ji bo min pêwîst e li vir tune ye. Ez neçar im ji Tirkiyeyê bînim.
Bihayê dermanê ku ez her meh bi kar tînim 125 dolar e.
Ez li Kobaniyê li dermanxaneyan digerim lê ev derman peyda nabe."
Welatî ji nebûna çavdêriyê bi gazinc in
Li kolanên Kobaniyê gelek welatî ji bilindbûna bihayê dermanan bi gilî û gazinc in.
Ew dibêjin ku cudahiyeke mezin di navbera bihayên dermanxaneyan de heye.
Welatiyê bi navê Bekrî Elî li ser vê rewşê got, "Çima di navbera dermanxaneyan de ev qas cudahî heye?
Dermanxaneyek dibêje qutiya vî dermanî bi 50 hezarî ye, yek dibêje 65 hezar û yek jî dibêje 45 hezar lîre ye.
Çima wiha ye? Ne çavdêrî heye, ne pergaleke kontrolê heye û ne jî tiştekî din.
Ev pirsgirêk ne tenê di dermanxaneyan de, di hemû dukanan de heye."
"Exlaqê pîşeyî tê parastin"
Li aliyê din, xwediyê dermanxaneyê Zagros Xalib diyar dike ku piraniya dermanxaneyan exlaqê pîşeyî diparêzin û bihayên diyarkirî bi kar tînin.
Lê ew jî qebûl dike ku di hinek dermanxaneyan de pirsgirêkên wiha hene.
Zagros Xalib li ser mijarê wiha axivî, "Ji sedî 95ê dermanxaneyên li bajarê me guh didin bihayên diyarkirî.
Tenê çend dermanxaneyên ku guh nadin bihayan hene û ev jî şaşetiyên tekane ne.
Li bajarê me piraniya dermanxaneyan baldar in ji ber ku her kes li vir hevdû nas dike.
Loma her dermanxane dixwaze bihayên xwe rast bike da ku di navbera wan de cudahî çênebe."
Her çend ev pirsgirêk wekî bûyerên yekane werin binavkirin jî, bandora wan rasterast li ser jiyana nexweşan çêdibe.
Dema ku bihayê dermanan bilind dibe an jî di navbera dermanxaneyan de ji bo ya din diguhere, zerera herî mezin digihîje kesên hejar.
Nexweşên hejar di navbera êş û lêçûnên giran ên dermanan de bêçare dimînin.


