Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Maltepeyê ya Stenbolê di bin kavilên avahiya ku beşek jê herifîbû de termên 3 kesên din hatin dîtin û hejmara miriyan derket 5 kesan.
Li Kolana Doguyê ya Taxa Cevîzliyê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li avahiya 7 qatî ya ku doh serê sibehê sê qatên wê herifîbûn bi dawî bûn.
Tîm gihîştin termên 3 kesên din
Ji bo dîtina wan her sê kesên ku di bin kavilan de mabûn, ji qatên jor dest bi xebatê hat kirin û avahî bi awayekî kontrolkirî hat rûxandin.
Piştî rûxandina kontrolkirî, tîman dest bi rakirina kavilan kir û dem bi dem navber da xebatan û bi cîhazan guhdariya dengan kir.
Di encama xebatên bi hevahengiya AFADê de, tîm gihîştin termên her sê kesên ku di bin kavilan de mabûn.
Bi dîtina termên wan re hejmara kesên ku di vê bûyerê de mirin derket 5an.
Termên wan her sê kesan ji aliyê tîman ve hatin hilgirtin û ji cihê bûyerê hatin birin.
Ji bo lêkolînê mînak ji kolonan hatin wergirtin
Tîman ji bo egera ku kesên din jî di bin kavilan de hebin, ji bo demekê lêgerînên kontrolkirî domandin.
Piştî bidawîbûna xebatên lêgerînê û derketina tîman, bi makîneyên kar rakirina kavil û bermahiyên avahiyê berdewam kir.
Li aliyê din, pisporan bi alîkariya makîneyên kar ji bo lêkolînkirinê ji kolonên her qata avahiyê nimûne wergirtin da ku sedema herifînê were diyarkirin.



