Birêvebirê Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrê Îraqê Ebdulzehre Hîndawî ji Rûdawê re got, “Em hewl didin petrolê di ser Ceyhan û Banyasê re bişînin Ewropayê.
Ebdulzehre Hîndawî da zanîn ku ji ber alozî û şerên li herêmê, Bexda bi awayekî ciddî li rêyên alternatîf ên Tengava Hurmizê digere da ku petrolê bişîne Ewropayê.
Ebdulzehre Hîndawî diyar kir ku di serî de boriyên petrolê yên ku diçin Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê û Bendera Banyasê ya Sûriyeyê alternatîfên bingehîn in.
Her wiha eşkere kir ku ew dê li Berlînê bi Serok û Şêwirmendê Almanyayê û kompanyayên mezin ên wî welatî re bicivin.
Ebdulzehre Hîndawî destnîşan kir ku di serdana wan a Fransayê de, 6 peymanên ji hevtêgihîştinê di warên parastin, perwerdeya ciwanan, Ajansa Bipêşketinê ya Fransayê û sektora bank û darayî de hatine îmzekirin.
Serokwezîrê Îraqê dê bi Serokkomarê Almanyayê Frank-Walter Steinmeier, Serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz, karsaz û kompanyayên Almanî re bicive.
Armanca van hevdîtinan ew e ku hilberîneran bêtir bibin Îraqê.
Hîndawî derbarê dosyeya enerjiyê destnîşan kir ku di demekê de ku şer gefê li asayîşa Tengava Hurmizê dixwe, Îraq kar li ser cihêrengkirina xetên hinartina petrolê yên di navbera Asya û Ewropayê de dike.
Wî destnîşan kir ku serdana Berlînê dê encamên erênî bi xwe re bîne ji bo gihandina petrola Îraqê bo bazarên Ewropayê.
Hevpeyvîna Rûdawê ya bi Ebdulzehre Hîndawî re:
Rûdaw: Piştî hevdîtinên têr û tije yên Serokwezîrê Îraqê û şandeya wî li Parîsê, hûn niha li Berlîna Almanyayê ne. Di qonaxa duyem de hûn dê bi Serokkomarê Almanyayê Frank-Walter Steinmeier û piştre bi Şêwirmendê Almanyayê re bicivin. Ez dixwazim zanibim naveroka civînên we yên li Almanyayê çi ye û hatina Serokwezîr a Ewropayê di vê rewşa hestiyar a Îraq û herêmê de çi qasî girîng e?
Ebdulzehre Hîndawî: Gelekî spas. Roja me ya doh li Parîsê tijî hevdîtin û civînên girîng bû ku encamên wan ên berçav derketin. Ya herî girîng civîna Serokwezîr Elî Zeydî ya bi Serok Macron re bû û her wiha rêzeyek hevdîtinên din ên bi karsaz û kompanyayên Fransî û Ewropî re hebûn.
Encama van çalakiyan îmzekirina şeş peymanên hevtêgihîştinê bû di qadên cihêreng de wekî qada parastinê, bihêzkirina ciwanan, sûdwergirtina ji Ajansa Bipêşketinê ya Fransayê û her wiha di warê bank û darayî de.
Îro jî Serokwezîr gihîşt Berlîna paytext di çarçoveya serdaneke fermî de li ser vexwendina Serokwezîrê Almanyayê. Ev serdan gelek girîng e ji bo vekirina asoyên hevkarî û hevbeşiyeke demdirêj li gel Almanyayê, ji ber ku Almanya xwedî ezmûneke berfireh di warê pîşesazî, teknolojî û çandiniyê de ye.
Tê çaverêkirin ku Serokwezîr bi Serokkomarê Almanyayê û Serokwezîrê vî welatî re bicive. Her wiha dê hevdîtinên girîng bi kompanya û sermayedarên Alman re pêk bîne da ku derfetên bêhempa yên hilberînê li Îraqa îro nîşanî wan bide.
Rûdaw: Bi kurtî ez dixwazim zanibim, niha têkiliyên aborî yên Almanya û Îraqê di çi astê de ne û hûn çawa dikarin wan berfireh bikin? Serokwezîrê Îraqê girîng dibîne ku piştî Çînê, bi welatên girîng ên wekî Fransa û Almanyayê re jî pêwendiyên aborî bihêz bike. Bi taybetî li Almanyayê hûn dê çi cure peymanan îmze bikin?
Ebdulzehre Hîndawî: Têkiliyên Îraq û Almanyayê dîrokî û demdirêj in, ev pêwendî ne yên îro ne. Îraq bi salan e xwedî têkilî ye bi Almanyayê re. Bê guman serdana îro ya Serokwezîr a Berlînê dê di bihêzkirina van têkiliyan de, bi taybetî ji aliyê aborî ve bibe hêz. Em behsa hevbeşiyeke aborî ya demdirêj dikin daku Îraq sûdê ji şiyan û ezmûna mezin a Almanyayê di warê pîşesazî û bipêşketinê de werbigire.
Ev pêwendî dê qonaxeke nû bi xwe re bînin, ji ber ku em deriyekî berfireh ne tenê bi Almanyayê re, her wiha bi tevahiya Ewropayê re vedikin. Vîzyoneke temamker heye di navbera serdana doh ya Fransayê û serdana îro ya Almanyayê de.
Ewropa ji bo Îraqê hevbeşekî sereke ye daku bi rêya wê bigihîjin bazarên cîhanî, her wiha vîzyoneke me ya aborî heye da ku petrola Îraqê bi rlya xetên lûleyan bigihînin Ewropayê yan bi rêya Bendera Ceyhan a Tirkiyeyê yan jî bi rêya Bendera Banyas a Sûriyeyê.
Rûdaw: Pirsa petrol, gaz û enerjiyê mijareke gelekî girîng e hem ji bo Ewropayê û hem ji bo Îraqê. Gelo li Almanyayê ti rêkeftin an peyman hatine amadekirin ji bo wê yekê ku petrola Îraqê bi rêyeke din û ne tenê di ser Tengava Hurmiz re bê şandin?
Ebdulzehre Hîndawî: Bê guman, kêşeya ku em îro li herêmê rû bi rûyî wê dibin, ew rewş e ku ji ber şerê berdewam li Tengava Hurmizê çêbûye. Ji ber vê yekê, bi awayekî gelek cidî me dest bi ramana dîtina rêyên alternatîf kiriye ji bo Tengava Hurmizê, ji bo hinardekirina petrola Îraqê.
Ev alternatîf jî wekî ku min anî ziman, dê bi rêya hebûna xeta lûleyên petrola Îraqê ber bi Ewropayê ve bin. Di dema borî de, Îraq rêjeyeke mezin a petrola xwe difirot Asyayê lê arasteya me ya îro ew e ku em navendên firotanê cihêreng bikin di navbera Asya û Ewropayê de wate gotûbêj li ser sûdwergirtina ji Bendera Ceyhan a Tirkiyeyê û Bendera Banyas a Sûriyeyê ye ji bo gihandina petrola Îraqê bi Ewropayê. Lewma ev serdana Serokwezîr a Almanyayê dê encamên erênî û girîng hebin di arasteya hinardekirina petrola Îraqê ber bi Ewropayê ve.



.webp&w=3840&q=75)