کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

ÎRAN

Amerîka 'tolê' hiltîne: Binesaziya avê ya Hurmizganê wêran bû

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

10-06-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran10-06-2026

Nûçeyên Têkildar

Eraqçî: Welatên herêmê piştgiriyê didin pêşniyara me ya vekirina Tengava Hurmizê
ÎRAN16-11-2026

Eraqçî: Welatên herêmê piştgiriyê didin pêşniyara me ya vekirina Tengava Hurmizê

Îranê daxwaza Almanyayê red kir
ÎRAN15-11-2026

Îranê daxwaza Almanyayê red kir

Li Îranê binesaziya av û kanalîzasyonê zêdetirî 77 milyon dolar zerer dît
ÎRAN15-11-2026

Li Îranê binesaziya av û kanalîzasyonê zêdetirî 77 milyon dolar zerer dît

Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Giştî yê Birêvebiriya Av û Kanalîzasyonan a Parêzgeha Hurmizganê ya Îranê ragihand ku di êrişa Amerîkayê de du depoyên stratejîk ên avê bi temamî wêran bûne.

Ev her du depoyên avê li nahiyeya Bemaniyê ya navçeya Sîrîkê ya Parêzgeha Hurmizganê bûn.

Birêvebirê Giştî yê Birêvebiriya Av û Kanalîzasyonan a Parêzgeha Hurmizganê Ebdulhemîd Hemzepûr daxuyaniyek da.

Ebdulhemîd Hemzepûr diyar kir ku Amerîkayê êrişî binesaziyên dabeşkirina avê yên li navçeya Sîrîkê kiriye.

Li gorî agahiyên ku Hemzepûr dane, di encama vê êrişê de du depoyên stratejîk ên avê yên li nahiyeya Bemaniyê bi temamî wêran bûne.

Dabeşkirina avê rawestiya

Li gorî gotina Hemzepûr, qebareya yek ji depoyan 500 metre sêcar û ya din jî 2 hezar metre sêcar bûye.

Van depoyan di dabînkirina ava vexwarinê ya Bemaniyê û bajarê Kuhestekê de roleke sereke dilîst.

Wî berpirsê Parêzgeha Hurmuzganê amaje bi wê yekê jî kir ku "Proseya dabeşkirina avê li tevahiya gundên Bemaniyê û bajarê Kuhestekê rawestiyaye."

Birêvebirê Giştî yê Birêvebiriya Av û Kanalîzasyonê ya Parêzgeha Hurmuzganê da zanîn ku tîmên birêvebirina krîzan dixebitin.

Ev tîm hewl didin da ku ji bo dabînkirina avê ya ji bo şêniyên navçeyê rêyeke alternatîv peyda bikin.

Amerîka tola xwe hiltîne

Şeva pêştir li asmanê Tengava Hurmizê helîkoptereke Apaçiyê ya artêşa Amerîkayê hatibû xistin.

Wekî tolhildana xistina vê helîkopterê, hêzên Amerîkayê şeva borî û îro berê sibehê êrişî Îranê kir.

Pirsên