Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku li Îranê nêzîkî ji sedî 90ê dezgehên petrokîmyayê yên ku di êrişên Amerîka û Îsraîlê de zerer dîtibû, ji nû ve dest bi hilberînê kiriye.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Xwendekarên Îranî (ISNA), Birêvebirê Giştî yê Koma Pîşesaziya Petrokîmyaya Kendavê ya Îranê (PGPIC) Mihemed Şerîetmedarî li ser mijarê axivî.
"Ji sedî 89ê dezgehan dest bi xebitînê kir"
Mihemed Şerîetmedarî diyar kir ku di êrişan de binesaziyên krîtîk ên pîşesaziyê hatine armanckirin lê ji bo berdewamiya hilberînê hewleke mezin hatiye dayîn.
Şerîetmedarî destnîşan kir ku ji sedî 89ê dezgehên ku ji hilberîn rawestandibû ji nû ve ketine kar.
Şerîetmedarî anî zimên ku hinek dezgeh ji kapasîteya xwe zêdetir hilberînê dikin û eşkere kir ku li hinek dezgehan jî ji bo gihîştina kapasîteya tam xebat didomin.
Armanc ne tenê sererastkirina zereran e
Şerîetmedarî bal kişand ser wê yekê ku pêvajoya jinûveavakirinê tenê armanc nake ku zererê ji holê rake û li pey çû:
"Dîzaynkirina binesaziya hilberînê ya ji nû ve, zêdekirina kapasîteya teknolojîk û bihêzkirina berxwedêriyê di nav pêşîneyên me de ne.
Her wiha kêmkirina girêdayîbûna bi derve ya di warê perçeyên krîtîk û teknolojiyan de jî armanceke me ya sereke ye."
Şerîetmedarî ragihand ku protokola hevkariyê ya hatiye îmzekirin dê xebatên jinûveavakirinê bileztir bike.
Wî her wiha diyar kir ku ev protokol dê asta teknolojiyê bilind bike û beşdarî berdewamiya hilberîna di sektora petrokîmyayê de bibe.



.webp&w=3840&q=75)