Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Aboriyê yê Îranê Elî Medenîzade diyar kir ku her çi qasî peymana bi Amerîkayê re rewşê hinekî biguherîne jî aboriya Îranê bi temamî asayî nabe.
Wezîrê Aboriyê yê Îranê Elî Medenîzade ragihand:
"Hikûmetê tevî kurtkirina berê ya budceyê, ji ber şerê dawiyê 100 trilyon tumenên din ji Banka Navendî deyn standiye.
Di mehên pêş de dê bandora enflasyona mezin a vî deynî derkeve holê."
Wezîrê Aboriyê yê Îranê destnîşan kir ku piştî destpêkirina şer dahata petrol û bacê gelekî kêm bûye.
Li aliyê din xerciyên hikûmetê zêdetir bûye û di encamê de nehevsengiya budceyê bi rêjeyeke berbiçav zêde bûye.
Elî Medenîzade got:
"Eger şer derneketa jî dê bi çend sed trilyon tumenî kurteya budceya me hebûya, niha rewş xerabtir bûye.
Hikûmet di rewşeke pir giran û taybet de ye."
Wezîrê Aboriyê yê Îranê amaje bi peymana Îran û Amerîkayê ya ji bo bidawîanîna şer û bandora wê ya li ser aboriya Îranê kir û anî ziman:
"Her çi qasî peyman rewşê hinekî biguherîne jî aboriya Îranê zehmet e ku vegere rewşeke bi temamî asayî."
Şerê di navbera Îsraîl-Amerîka û Îranê de 28ê Sibatê dest pê kir û 40 rojan berdewam kir.
8ê Nîsanê agirbest hat ragihandin û 11ê Nîsanê gera yekem a dan û standinan bi navbeynkariya Pakistanê li Îslamabadê bi rê ve çû.
Şeva yekşemê 14ê Hezîranê, Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf serkeftina dan û standinên Îran û Amerîkayê û lihevkirina li ser peymaneke lihevtêgihîştinê ragihand.
Destê vê sibehê jî peyman bi rêya onlineyê ji aliyê Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan ve hat îmzekirin.



.webp&w=3840&q=75)