Hewlêr (Rûdaw) - Îranê ragihand ku şandeya wan a dan û standinan ji bo bicihanîna peymannameyê û rawestandina êrişên Îsraîlê yên li ser Lîbnanê vê êvarê diçe Swîsreyê da ku li gel Amerîkayê bicive.
Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Îsmaîl Beqayî diyar kir ku Amerîka mecbûr e zextê li Îsraîlê bike da ku êrişên xwe yên li ser Lîbnanê bi temamî rawestîne.
Beqayî bi bîr anî ku Îranê berpirsyariyên li ser milê xwe bi cih anîne.
Wî da zanîn, ew dê di hevdîtinên li Swîsreyê de ji Amerîkayê bixwazin ku bi awayekî eşkere diyar bike ka dê sozên xwe di çarçoveya kîjan planê de bi cih bîne.
Derengketin rîskan zêde dike
Berdevkê Wezareta Karên Derve li ser paşeroja peymanê hişyarî da û tekez kir, eger aliyê din ji bicîhanîna hinek sozên xwe bireve dê pêvajoya giştî û rewşa dîplomatîk bikeve astengiyê.
Beqayî diyar kir ji bo ku pêvajo neyê astengkirin divê aliyê din di demeke herî nêzîk de tevdîrên pêwîst bigire û ragihand ku derengketin rîskan zêde dike.
Şandeya dan û standinan diçe Swîsreyê
Beqayî eşkere kir ku şandeya dan û standinan a Îranê ya ku ji bo têkiliyên dîplomatîk hatiye wezîfedarkirin dê di nav çend xulekan de ber bi Swîsreyê ve bi rê bikeve.


.webp&w=3840&q=75)
.webp&w=3840&q=75)