Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê ragihand ku hevkariya wan û Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî didome.
Medyaya fermî ya wî welatî jî eşkere kir ku Tehranê doh li Swîsreyê qet qala dosyeya atomê nekiriye.
"Hevkarî dê li gorî biryarên parlamentoyê bimeşe"
Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Îsmaîl Beqayî li ser pirsgirêka atomê ya welatê xwe daxuyanî da.
Îsmaîl Beqayî diyar kir ku hevkariya Îranê û Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî li gorî rewşa niha didome.
Beqayî anî zimên ku ev hevkarî li gorî biryarên Parlamentoya Şêwra Îslamî û Encumena Bilind a Asayîşa Niştimanî ye û dê her wisa jî bimeşe.
18 demjimêran axivîn lê qala atomê nekirin
Li aliyê din, medyaya fermî ya Îranê hinek agahiyên nû belav kirin ku wan agahiyan dispêrin berpirsên Îranî.
Li gorî wan berpirsên ku haya wan ji naveroka hevdîtinên doh heye, Îran û Amerîkayê li Swîsreyê 18 demjimêran dan û standin kirine.
Hat destnîşankirin ku di wan dan û standinan de qet qala dosyeya atomê nehatiye kirin û Îranê ti sozên nû jî nedane.
Şertê destpêkirina hevdîtinên atomê
Her wiha paşeroja dan û standinên atomê girêdayî şertekê ye.
Bingeha hevdîtinan "Peymana Têgihîştinê ya Îslamabadê" ye ku ji bo bidawîanîna şerê Îran û Amerîkayê hatiye amadekirin.
Li gorî agahiyan, destpêkirina dan û standinên atomê bi pêkanîna xala 13an a wê peymanê ve girêdayî ye.


