Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Navenda Lêkolînan a Mala Dîplomasiyê ya Îranê Hamidreza Golamzade ragihand ku di dan û standinên li Swîsreyê de li ser rakirina cezayên petrola Îranê û sivikkirina dorpêça deryayî gav hatine avêtin.
Lê wî destnîşan kir ku berdewambûna êrişên Îsraîlê yên li dijî Libnanê astengiya herî mezin a li pêşiya dan û standinan e.
Hamidreza Golamzade ji Rûdawê re axivî û da zanîn ku li gorî zanyariyên ji dan û standinên roja yekşemê yên li Swîsreyê, her du aliyan li ser rakirina cezayên ser petrola Îranê û kar û barên darayî yên girêdayî wê li hev kiriye.
Golamzade anî zimên ku pêvajoya rakirina dorpêça deryayî derbasî qonaxa bicihkirinê bûye û wiha axivî:
"Aliyan li ser rakirina dorpêça deryayî jî li hev kir û pêvajo derbasî qonaxa bicihkirinê bû."
Golamzade diyar kir ku mijara serbestkirina pereyên cemidandî yên Îranê jî di rojevê de ye.
Wî eşkere kir ku tê çaverêkirin şandeya Îranê ji bo nîqaşkirina vê mijarê biçe Mesqeta paytexta Omanê.
"Astengiya herî mezin dosyeya Libnanê ye"
Hamidreza Golamzade destnîşan kir ku pirsgirêka herî girîng a li pêşiya dan û standinan Libnan e.
Wî da zanîn, eger êrişên Îsraîlê bidomin dibe ku pêvajo bikeve nava xitimînekê û got:
“Hîn astengiyeke gelekî mezin li holê ye, ew jî Libnan û êrişên Îsraîlê ne.
Heta ku ev êriş bidomin û Îsraîl ji herêmên ku li Libnanê dagir kirine venekişe, dan û standin dê rastî astengiyan bên û pêvajo bi pêş nakeve."
Golamzade da zanîn ku ji ber vê sedemê, ew çaverê nake ku şandeya bilind a Îranê di demeke kin de careke din vegere Swîsreyê.
Wî eşkere kir ku pêşî divê li ser mijarên wekî agirbestê, vekişîna ji Libnanê û serbestkirina pereyên cemidandî yên Îranê gavên berbiçav werin dîtin.
"Rawestandina dewlemendkirina uranyumê xeta me ya sor e"
Golamzade bernameya atomê ya Îranê jî nirxand û got ku bi temamî rawestandina dewlemendkirina uranyumê ji bo Tehranê nayê qebûlkirin.
Golamzade li ser vê yekê jî got, "Îran ji aliyê teknîkî ve ne li dijî kêmkirina asta meyandinê ye."
Wî da zanîn ku ji bo santralên elektrîkê ji sedî 3,67 û ji bo armancên bijîşkî jî ji sedî 20 pêwîstiya wan bi uranyuma meyandî heye.
Lê Golamzade bal kişand ser wê yekê ku daxwaza "sifir meyandin" ji bo Îranê "xeta sor" e û wisa got:
"Tehran dibêje ku ji bo armancên aştiyane meyandina uranyumê mafê wê bi xwe ye."
Daxuyaniyên li ser Tengava Hurmizê
Golamzade anî zimên ku di çarçoveya peymana ku hatiye kirin de, Îranê Tengava Hurmizê ji keştiyên bazirganiyê re vekiriye lê li ser keştiyên leşkerî rewşeke cuda heye.
Golamzade diyar kir ku dibe ku vegera li çûn û hatina deryayî ya asayî nêzîkî 30 rojî bikişîne.
Wî da zanîn ku Îran dê di 60 rojên ewil de ti pereyî ji keştiyan nestîne.
Pişt re jî dibe ku pergaleke bacê ya ku xizmetên teknîkî û jîngehî li xwe digire dest pê bike.
"Ji bo aştiyeke mayînde zû ye"
Golamzade li ser paşeroja dan û standinan jî da zanîn ku di şert û mercên niha de ew ne bawer e ku pêvajo bi ser bikeve.
Golamzade îdia kir ku Îsraîl hewl dide pêvajoyê sabote bike û got ku dibe ku hilbijartinên li Amerîkayê jî hevkêşeyê biguherînin.
Golamzade bi gotinên, "Heta ku pirsgirêka Libnanê û ceza neyên çareserkirin ne pêkan e ku em qala aştiyeke mayînde bikin" axaftina xwe bi dawî kir û anî zimên ku dê bicihkirina peymanên di navbera aliyan de diyarker be.


