Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsê Balyozxaneya Îraqê ya li Tehranê ragihand ku merasîma veşartina termê Rêberê berê yê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî li Tehranê tê lidarxistin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo merasîmê li Tehranê ye.
Berpirsên Îraq û Herêma Kurdistanê jî beşdarî merasîmê dibin û dê 4 saetan berdewam bike û ti gotar lê nayên pêşkêşkirin.
Berpirsê Balyozxaneya Îraqê ya li Tehranê Emar Selman doh ji Tora Medyayî ya Rûdawê re eşkere kir ku merasîm li "mizgefta herî mezin a Îranê" ya li Tehranê tê lidarxistin.
Ji Îraqê Serokkomar Nizar Amêdî, Serokê Parlamentoyê Heybet Helbûsî, Parêzgarê Kerbelayê û hinek serkirdeyên Heşda Şebiyê beşdarî merasîmê dibin.
Li ser asta Herêma Kurdistanê jî Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî amade dibin.
Berpirsê Ofîsa Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya li Tehranê Ebdullah Akreyî ji Rûdawê re diyar kir ku Nêçîrvan Barzanî bi awayekî fermî ji aliyê Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan ve hatiye vexwendin û anî zimên:
"Merasîm Înê saet 14:00an tê lidarxistin."
Hûrgiliyên merasîmê
Berpirsên Îraq û Herêma Kurdistanê vê sibehê gihîştin Tehrana paytexta Îranê.
Merasîm saet 14:00an li Mizgefta Îmam Xumeynî ya li Tehranê dest pê dike û saet 18:00an bi dawî dibe.
Emar Selman li ser çawaniya lidarxistina merasîmê got ku termê Elî Xamineyî dê li nav Mizgefta Îmam Xumeynî be.
Her berpirsek dê bi hevaltiya çend kesan biçe nav mizgeftê û li ser term Fatîhayê bixwîne.
Ji bo her berpirsekî 10-15 xulek hatine diyarkirin.
Di merasîmê de ti gotar nayên pêşkêşkirin û tenê veşartin û xwendina Fatîhayê heye.
Rêberê berê yê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî roja Şemiyê 28ê Sibata 2026an hat kuştin.
Di destpêka şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê de, balafirên şer êrişî ofîsa wî ya li Tehranê kiribû.
Di wê bombebaranê de Xamineyî û hejmarek ji endamên malbata wî hatin kuştin.


