Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê di çarçoveya serdana xwe ya Tehranê de bi Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan re civiya.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, civînên Nêçîrvan Barzanî yên bi berpirsên Îranê re didomin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û şandeya pê re, ji bo beşdariya merasîma veşartina termê Rêberê berê yê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî îro Înê gihîştin Tehranê.
Li gorî medyaya Îranê, Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya serdana xwe de bi Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan re civiya.
Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir û ragihand:
“Ez kêfxweş im ku min vê sibehê li Tehranê bi Serokkomar Mesûd Pizîşkiyan re hevdîtinek kir.
Me li ser rêyên xurtkirina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê, Îraq û Îranê de gotûbêj kir, bi taybetî jî li ser berfirehkirina hevkariya aborî û bipêşxistina wan pêwendiyên dîrokî, çandî û cîrantiyê yên ku ji mêj ve gelên me bi hev ve girêdane.”
Serokê Herêma Kurdistanê beriya civîna bi Pizîşkiyan re, bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî re jî civiya.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê ya li ser civîna Nêçîrvan Barzanî û Eraqçî, di hevdîtinê de pêwendiyên Îraq û Herêma Kurdistanê yên bi Îranê re hatin gotûbêjkirin.
Her du alî li ser "bipêşxistina hevkarî û hevahengiya hevbeş" axivîn.
Di beşeke din a daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Nêçîrvan Barzanî û Ebas Eraqçî bal kişand ser rawestandina şerê Îranê yê bi Amerîka û Îsraîlê re û rûdanên dawî yên li herêmê.
Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku dê civînên Nêçîrvan Barzanî yên bi hejmarek berpirsên din ên Îranê re bidomin.
Rêberê berê yê Îranê Elî Xamineyî, 28ê Sibatê di kêliyên yekem ên destpêkirina şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê de hatibû kuştin.
Xamineyî di bombebarana li ser ofîsa wî ya li Tehranê de hat kuştin.
Di wê êrişê de hejmarek ji endamên malbata wî û fermandarên leşkerî jî hatibûn kuştin.
#VÎDEO - Nêçîrvan Barzanî bi Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan re civiya pic.twitter.com/7AoFEW7jxy
— RudawKurdi (@RudawKurdi) July 3, 2026



