Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îranê ragihand ku di êrişa şeva borî ya Amerîkayê ya li Îranê de 8 efserên wan hatine kuştin.
Beşa pêwendiyan a artêşa Îranê di daxuyaniyekê de kuştina 8 efserên xwe ragihand.
Ew efser di êrişên Amerîkayê yên li Bender Ebas û Bûşehrê de hatine kuştin.
Hat diyarkirin ku ew efserên hatine kuştin ser bi hêzên asmanî û deryayî yên artêşa Îranê ve bûne.
Li gorî daxuyaniya artêşê, Elî Muînî li baregeha Şehîd Yasînî ya Bûşehrê hatiye kuştin.
Elî Mehdîzade, Hamîd Dûrayî, Emîrhusên Qasimî, Elîreza Zarî Sanî û Elîreza Balîde li baregeha Şehîd Ebdulkerîmî ya Bender Ebasê hatine kuştin.
Her wiha Şehab Umêdî Bizî û Mihemed Cewad Rewanfer jî di êrişên li herêma yekem a hêza deryayî ya artêşê de hatine kuştin.
Daxuyaniya CENTCOM û Supaya Pasdaran
Şeva borî Amerîkayê êrişî çendîn armancên li Îranê kir.
Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku wan di bersiva êrişên Îranê yên li 3 keştiyên bazirganî yên li Tengava Hurmizê de, zêdetirî 80 armancên leşkerî yên li nav Îranê bombebaran kirin.
Li aliyê din, Supaya Pasdaran a Îranê da zanîn ku hêzên wan ên deryayî û asmanî di operasyoneke mûşekî û dronî de 85 baregehên serekî yên leşkerî yên Amerîkayê yên li Kuweyt û Behrêynê armanc girtine.
Ev alozî di demekê de ye ku tenê 3 hefte di ser îmzekirina "Peymana Lihevtêgihiştinê ya Îslamabadê" ya di navbera Donald Trump û Mesûd Pizîşkiyan re derbas dibin.
_(1).webp&w=3840&q=75)


