Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Biryargeha Xatemul Enbiyayê ya Îranê ragihand ku dê bersiveke wan a wêranker ji bo êrişên Amerîkayê hebe.
Her wiha destnîşan kir ku hêzên çekdar ên Îranê amade ne "bi hemû şiyana xwe" welêt biparêzin.
Fermandarê Biryargeha Navendî ya Xatemul Enbiyayê ya Îranê Elî Ebdullahî peyameke gefxwarinê ji bo Amerîkayê belav kir.
Di peyamê de hat gotin ku ew dê bersiveke "wêranker" bidin êrişên Amerîkayê.
Elî Ebdullahî da zanîn, şerê vê carê yê di navbera Amerîka û Îranê de dê berdêleke wê ya girantir a ji bo Washingtonê hebe û diyar kir:
"Lê belê divê em agahdar bin ku dijmin piştî têkçûnên leşkerî yên li pey hev, dilê xwe bi derxistina alozî û nakokiyan a di navbera xelk û berpirsan de xweş kiriye."
Fermandarê Biryargeha Navendî ya Xatemul Enbiyayê behsa girîngiya parastina "yekrêzî û yekgirtinê" ya hêzên çekdar ên Îranê kir û anî zimên ku bi "rênîşanderiya" Mucteba Xamineyî, ew dê "bi hemû şiyana xwe" li hemberî Amerîkayê Îranê biparêzin.
Şeva heştemîn li pey hev, şer û bombebarana giran a di navbera Amerîka û Îranê de berdewam kir.
Tehran gefê dixwe ku eger êrişên Amerîkayê ranewestin, ew dê dest bi "êrişeke seranserî" bikin.
Li beramberî vê yekê, Washington eşkere dike ku armanca wan jinavbirina şiyana leşkerî ya Îranê ye.



.jpg&w=3840&q=75)