Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Enerjiya Atomê ya Îranê ragihand ku Amerîkayê êrişî Santrala Nukleerê ya Darxoveynê kiriye.
Ev santral li parêzgeha Xuzistanê ya li başûrrojavayê welêt e û çêkirina wê didome.
Saziyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê mijarê de daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hêzên Amerîkayê êrişî santrala nukleerê ya li Darxoveynê kiriye ku çêkirina wê hîn jî didome.
"Sûcekî eşkere ye"
Hat diyarkirin ku ev santral di bin çavdêriya Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî (AEAN) de ye.
Her wiha hat tekezkirin ku êrişkirina ser tesîseke nukleerê ya aştiyane, li dijî hiqûqa navneteweyî ye û sûcekî eşkere ye.
Dê bi 2 milyar dolarî biqede
Çêkirina santrala enerjiya nukleerê ya li herêma Darxoveynê (Karûn) Kanûna Pêşîn a 2022yan dest pê kiribû. Kapasîteya vê santralê 300 megawat e.
Hat zanîn ku santral dê bi pergala reaktora ava şid bixebite.
Tê diyarkirin ku dê çêkirina santralê nêzîkî 8 salan biajo û dê bi 2 milyar dolarî biqede.
.jpg&w=3840&q=75)


