Hewlêr (Rûdaw) - Îranê 2 ciwanên ku di xwenîşandanên dawiyê de hatibûn girtin, bi dar ve kirin.
Her wiha metirsiya bidarvekirinê li ser 10 xwenîşanderên din jî heye.
Ajansa Mîzanê ya girêdayî desthilata dadweriyê ya Îranê, li ser bidarvekirina 2 girtiyan agahî belav kirin.
Hat ragihandin ku Îranê danê sibehê 2 ciwan bi dar ve kirine.
Ciwananên ku hatine bidarvekirin Îrfan Esfendiyariyê 18 salî û Gul Mihemed Mihemediyê 23 salî ne.
Ew ciwan di xwenîşandanên vê dawiyê yên li Îranê de hatibûn girtin û li Girtîgeha Îsfehanê hatin bidarvekirin.
Metirsî li ser 10 xwenîşanderên din heye
Li gorî heman agahiyan, metirsiya bidarvekirinê li ser hinek xwenîşanderên din jî heye.
Ew bi tohmeta “dijberî û êrişa li ser dewletê” bi cezayê bidarvekirinê hatine cezakirin û ev metirsî didome.
Hat destnîşankirin ku 10 xwenîşanderên din jî bi cezayê bidarvekirinê hatine cezakirin.
Ew 10 kes, ji beşa giştî ya Girtîgeha Îsfehanê veguhastine şaneya yekkesî.
59 kes hatin darizandin
Ajansê da zanîn ku ji heman dosyeyê 59 xwenîşander hatine darizandin.
Ji wan kesan 12 kes bi cezayê bidarvekirinê hatine cezakirin.
Nasnameyên hinek ji wan girtiyên ku bi cezayê bidarvekirinê hatine cezakirin wiha ne:
Elî Reza Sipahiyê 24 salî, Ebulfezlî Spahiyê 23 salî, Şêrwîn Baqiryanê 18 salî, Emîr Husên Seferiyê 27 salî, Emîr Husên Melekiyê 19 salî, Elî Deştiyê 19 salî, Ebulfezil Îbrahîmiyê 18 salî, Elî Reza Reîsiyê 21 salî û Emîr Husên Îbrahîmiyê 19 salî.


.jpg&w=3840&q=75)
