Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî diyar kir ku Tehran dan û standinên bi Amerîkayê re red nakin lê ew dê mafên xwe yên li Hurmizê biparêzin.
Wî destnîşan kir ku welatê wî di parastina mafên xwe yên serweriyê yên li Tengava Hurmizê de bi biryar e.
Beqayî her wiha Amerîka wekî berpirsê berfirehbûna şerê li herêmê dît.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî di civîna xwe ya heftane ya medyayî de li ser pêvajoya muzakereyên bi Amerîkayê re û rûdanên li herêmê daxuyanî da.
Beqayî diyar kir ku dê dîplomatên Îranî maseya muzakereyan terk nekin û got, "Dîplomatên me dê di bin ti şert û mercan de qada muzakereyan vala nehêlin."
Beqayî qebûl kir ku hevdîtinên bi Amerîkayê re gelek caran bêencam mane û wisa axivî:
"Hêzên me yên çekdar çawa di parastina welêt de bi biryar bin, dîplomatên me jî tevî zextên dijmin bi parastina berjewendiyên neteweyî yên Îranê erkdar in."
Beqayî anî zimên ku êrişên Amerîkayê yên li dijî Îranê 9 roj in didomin û got:
"Dîplomasî û parastin du hêman in ku hev temam dikin. Eger yek ji van erkê xwe bi cih neyîne, parastina berjewendiyên dewletê nabe."
"Berpirsê berfirehbûna şer Amerîka ye"
Beqayî îdia kir ku Amerîkayê bi bikaranîna baregehên xwe yên li welatên Kendavê êrişî Îranê kiriye.
Wî berpirsiyariya berfirehbûna şer avêt stûyê Washingtonê û got:
“Berpirsiyariya gurbûna şer bi temamî ya Amerîkayê ye. Washington xaka welatên herêmê bi kar tîne û serweriya wan bin pê dike. Her wiha êrişên xwe yên li dijî Îranê didomîne."
Beqayî îdia kir ku ti dijminatiya Îranê bi welatên herêmê re nîne û got:
"Nirxên me yên hevpar bi cîranên me re hene. Em rêzê li wan digirin û me gelek caran ji wan xwest ku ew rê nedin Amerîka axa wan ji bo êrişkirina ser Îranê bi kar bîne."
Beqayî her wiha lê zêde kir ku Hêzên Çekdar ên Îranê dê heta êriş bidomin bersivê bidin.
"Em dê mafên xwe yên serweriyê yên li Hurmizê biparêzin"
Beqayî li ser statuya Tengava Hurmizê jî daxuyanî dan.
Beqayî destnîşan kir ku Îran di parastina mafên xwe yên serweriyê yên li tengavê de bi biryar e û got:
"Em dê ji bo ku zerer negihîje berjewendiyên me yên neteweyî mafên xwe yên serweriyê bi kar bînin."
Beqayî eşekre kir ku Tehranê piştî agirbestê li ser birêvebirina Tengava Hurmizê bi Umanê re pêwendî danîne.
Wî diyar kir ku ew piştgiriyê didin avakirina mekanîzmayeke nû ya birêvebirinê bi hevkariya her du welatên deryayî.
"Em pêbendî prensîba berpirsiyariya dualî ne"
Beqayî qala hevdîtinên bi Amerîkayê re yên ku piştî agirbestê ji nû ve dest pê kirine jî kir.
Wî anî zimên ku Îran di çarçoveya prensîba "berpirsiyariya dualî" de pêbendî lihevkirinan maye û got:
“Heta ku aliyê din berpirsiyariyên xwe bi cih anîn me jî bi cih anîn."
Wî destnîşan kir ku piştî Amerîkayê peyman bin pê kir Îranê jî sozên xwe rawestandin.
Di navbera Îran û Amerîkayê de 28ê Sibata 2026an pevçûnan dest pê kiribû.
Piştî van pevçûnan agirbest hatibû ragihandin.
Bi navbeynkariya Pakistan û hinek welatên herêmê dîsa pêwendiyên dîplomatîk dest pê kir.



