Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf ragihand ku Amerîka li aliyekî daxwaza dan û standinan û bidawîanîna şer dike, li aliyê din jî hêzên zêdetir tîne herêmê.
Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf îro li ser tora civakî ya Xê daxuyaniyek belav kir û got:
"Amerîkî bi berdewamî kel û pelên leşkerî yên nû tînin herêmê û îdia dikin ku ew li pey rawestandina şer in.
Welatê me stratejiya Amerîkayê nas dike û xwe amade kiriye. Ji ber vê yekê, divê kiryar îdiayan piştrast bikin, ne ku beravajiyê wê be."
Plana şerekî berfirehtir
Ev daxuyaniya Qalîbaf di demekê de ye ku çend dezgehên medyaya Amerîkayê ragihandiye ku Amerîkayê balafirên leşkerî yên zêdetir şandine herêmê.
Rojnameya New York Timesê li ser zarê çend berpirsên Amerîkayê belav kir ku Amerîkayê ji cureyên F-16 û F-35an zêdetir balafirên şer û balafirên veguhestina sotemeniyê şandine Rojhilata Navîn.
Ev yek wekî îşaretekê ji bo zêdebûna aloziyên bi Îranê re hat şîrovekirin.
Her wiha rojnameya Washington Postê jî li ser zarê berpirsekî Amerîkayê ragihand ku plana Amerîkayê ji bo "şerekî berfirehtir" heye.
Şeva nehemîn a êrişan
Di heman demê de, artêşa Amerîkayê 9 roj in li pey hev bi awayekî dijwar dest bi bombebarankirina Îranê kiriye.
Li gorî medyaya fermî ya Îranê, di şeva nehemîn de êrişên Amerîkayê li 7 parêzgehên wî welatî pêk hatine.
Ew parêzgeh ev in: Xûzistan, Bûşehr, Hurmizgan, Sîstan û Belûçistan, Tebrîz û her du parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê Luristan û Urmiye.
Li gorî daxuyaniya CENTCOMê, gelek armancên cuda hatine bombebarankirin.
Di nav van armancan de "navendên fermandariya leşkerî yên Îranê, stasyonên parastina asmanî û çavdêriya peravan, şiyanên deryayî, platformên avêtina mûşek û dronan û torên pêwendiyê yên hêzên çekdar ên wî welatî" hene.
Li hemberî vê yekê, Îran jî êrişî hinek welatên cîranên xwe dike.
Bi taybetî jî êrişî wan welatan dike ku baregehên Amerîkayê lê ne.



