Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Karên Navxwe ya Îranê Elî Zeynîvend eşkere kir ku di navbera Amerîka û Îranê de hewlên navbeynkariyê didomin.
Zeynîvend anî zimên ku di çarçoveya hevdîtinên nerasterast de peyam tên şandin.
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya nûçeyan a Îranê IRNAyê, Zeynîvend di civîna rojnamegerî ya li Tehranê de mijarên di rojevê de ne nirxandine.
Dibe ku welatên nû tevlî hevdîtinan bibin
Elî Zeynîvend diyar kiriye ku baweriya wan bi şandeya dan û standinan a Îranê heye.
Wî daye zanîn ku dibe di pêvajoya pêşiya me de welatên nû yên navbeynkar jî tevlî hevdîtinên nerasterast ên di navbera Îran û Amerîkayê de bibin.
“Dîplomasî ranaweste”
Zeynîvend li ser vê yekê jî gotiye, "Pevguhertina peyaman û hewlên navbeynkariyê didomin. Dîplomasî ranaweste."
Wî destnîşan kiriye ku bipêşketinên li qada şer piştgiriyê didin dîplomasiyê û dîplomasî jî destkeftiyan xurttir dike.
Berdevkê Wezareta Karên Navxwe ya Îranê diyar kiriye ku dîplomasî di bin ti şert û mercan de nayê rawestandin.
Çûna Pakîstanê
Wezîrê Karên Navxwe yê Îranê Îskender Muminî jî doh çûbû Pakîstanê.
Pakîstan yek ji welatên navbeynkar ên di navbera Tehran û Washingtonê de ye.
Îskender Muminî li Îslamabada paytext bi Serokwezîrê Pakîstanê Şahbaz Şerîf re civiya.



