کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Neda Dedecanî û Setayiş (Bihnûş) Serabî / Wêne: Hengaw

Neda Dedecanî û Setayiş (Bihnûş) Serabî / Wêne: Hengaw

ÎRAN

Îranê ji ber beşdariya xwenîşandanan ceza li 2 hunermendên Kurd birî

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

22-07-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran22-07-2026

Nûçeyên Têkildar

Eraqçî: Welatên herêmê piştgiriyê didin pêşniyara me ya vekirina Tengava Hurmizê
ÎRAN16-11-2026

Eraqçî: Welatên herêmê piştgiriyê didin pêşniyara me ya vekirina Tengava Hurmizê

Îranê daxwaza Almanyayê red kir
ÎRAN15-11-2026

Îranê daxwaza Almanyayê red kir

Li Îranê binesaziya av û kanalîzasyonê zêdetirî 77 milyon dolar zerer dît
ÎRAN15-11-2026

Li Îranê binesaziya av û kanalîzasyonê zêdetirî 77 milyon dolar zerer dît

Hewlêr (Rûdaw) - Li Îranê 2 jinên Kurd ên bi navên Neda Dedecanî û Setayiş (Bihnûş) Serabî ku par di xwenîşandanan de hatibûn desteserkirin, bi giştî bi 6 sal cezayê girtîgehê, 4 sal sirgûn û 62 qamçiyan hatin cezakirin.

Li gorî agahiyên Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê, hunermend Neda Dedecanî û Setayiş Serabî yên xelkê bajarê Qurweyê yê parêzgeha Sineyê ya Rojhilatê Kurdistanê ne.

Dadgeha 102yan a Cezayê ya Qurweyê bi tohmeta "têkdana pergal û aramiya giştî" ji bo her yekê salek cezayê girtîgehê, 31 qamçî û ji bo bajarê Nîkşehrê yê parêzgeha Sîstan û Belûçistanê jî 2 sal cezayê sirgûnê birî.

Her wiha Şaxa 1ê ya Dadgeha Şoreşê ya Qurweyê jî bi tohmeta "komkirin û komploya ji bo kirina sûcên li dijî ewlehiya navxwe ya welêt" ji bo her du welatiyên Kurd cuda cuda 2 sal cezayê girtîgehê da.

Bi vî awayî ji bo her yekê bi giştî 3 sal cezayê girtîgehê, 31 qamçî û 2 sal sirgûna Nîkşehrê hat birîn.

Li gorî biryarê, dê ji bo her yekê 2 salên cezayê girtîgehê werin bicihanîn.

Neda Dedecanî û Setayiş Serabî par di dema xwenîşandanên girseyî de ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatibûn desteserkirin.

Neda Dedecanî hunermendeke şanoyê ye û wê di Festîvala 8an a Şanoyê ya Astengdaran a Herêmî de di beşa lîstika bi bûkikan de xelata juriya hilbijêr û di beşa dîzayn û çêkirina bûkikan de jî xelata yekemîn wergirtibû.

Hat ragihandin ku Dedecanî di qada şanoyê de wekî dîzaynera cil û bergan û hunermenda makyajê jî dixebite.

Pirsên