Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Şaxa Kehnûcê ya Supaya Pasdaran a Îranê da zanîn, wan mûşekeke Tomahawkê ya Amerîkayê li asmanê parêzgeha Kirmanê teqandiye.
Fermandarê Şaxa Kehnûcê ya Supaya Pasdaran a Îranê Hesen Sencerî ji medyaya fermî ya welatê xwe re axivî.
Hesen Sencerî ragihand ku di çarçoveya bersivdayîna êrişên Amerîkayê de, wan mûşekeke krûzê ya cureyê Tomahawkê li asmanê bajêr teqandiye û xistiye.
Hesen Sencerî diyar kir ku eger mûşek di pergala parastina asmanî re derbas bûbûya, dê herêmeke sivîl bihata armancgirtin.
Fermandarê Şaxa Kehnûcê ya Supaya Pasdaran hişyarî da Amerîkayê û got:
"Dê bersiva wê ya tund û kujer a destdirêjiyên li ser axa welatê me hebe."
Kehnûc dikeve başûrrojhilatê Îranê û ser bi parêzgeha Kirmanê ve ye ku hevsînorê bajarên Faryab û Rûdanê yên parêzgeha Hurmizganê ye.
CENTCOM: Pêleke din a êrişan bi dawî bû
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku wan şeva 13emîn li pey hev êrişî Îranê kiriye û pêleke din a êrişên xwe bi serkeftî temam kiriye.
Li hemberî vê yekê, hêzên çekdar ên Îranê jî bi hinceta zerergihandina bi berjewendiyên Amerîkayê, êrişên xwe yên bi dron û mûşekan ên li welatên herêmê domandin.



.webp&w=3840&q=75)