Hewlêr (Rûdaw) - Kesekî ku berê li Weramîna Tehranê hevjîna xwe ya pêşî kuştibû û bi lêborîna xizmên kuştiyê ji sêdarê rizgar bûbû, niha ji ber kuştina hevjîna xwe ya duyem hatiye girtin û di îfadeya xwe de dibêje, “Ez hêrs bûm û min ew xeniqand.”
Yekem rûniştina darizandina Seîd M. doh li Dadgeha Tawanan a Tehranê hat kirin.
Ew bi tohmeta kuştina hevjîna xwe ya duyem a bi navê Yelda tawanbarkirin.
Wekî ku di medyaya Îranê de hatiye belavkirin, Seîd. M xwedî serpêhatiyeke tawanan e. Berî çend salan bi lêborînê ji cezayê bidarvekirinê rizgar bûbû û hatibû berdan.
“Min ew xeniqand”
Niha çîroka kuştina Yeldayê di medyaya Îranê de bûye rojev.
Bûyer vedigere beriya niha bi salekê. Cîranên Seîd ên li bajarê Weramînê telefonî polîsan kiribû û xebera “şer û pevçûneke” tund a di navbera jin û mêrekî de dabû.
Piştî ku hêzên polîs gihîştin cihê bûyerê, termê Yeldayê sewqî tiba dadî ya Tehranê hat kirin û kujer jî yekser hat girtin.
Îfadeyên kujer di medyaya Îranê de hatine belavkirin ku di beşekê de dibêje: “Di dema nîqaşê de û ji ber hêrseke zêde, min kontrola xwe winda kir û min hevjîna xwe xeniqand.”
Kujer hevjîna xwe ya pêşî jî kuştibû
Tiştê ku herî zêde balê dikişîne, serpêhatiya tawanan a Seîd. M. ye.
Dema ku li ser pelên dadweriyê lêkolîn hat kirin, eşkere bû ku wî berî çend salan hevjîna xwe ya yekem jî kuştiye.
Lê ji ber ku xizmên kuştiyê ew efû kiribû, ew ji cezayê bidarvekirinê rizgar bûbû û piştî demeke girtîgehê hatibû berdan.
Niha tawanbar careke din bi heman tohmetê li Dadgeha Tawanan a Tehranê ye lê vê carê ji bo kuştiyeke nû.
Welatiyan li ser torên civakî xwest ku cezayê bidarvekirinê li Seîd were birîn û berdana wî ya piştî kuştina hevjîna pêşî rexne kirin.
Li gorî agahiyên nefermî, her sal li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 150-200 jin bi hinceta “namûsê” yan jî “pirsgirêkên malbatî” ji aliyê xizmên xwe ve tên kuştin.



