Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Îsfehanê yê Îranê 2 girtiyên siyasî li ber çavên xelkê hatin daleqandin.
Ew girtiyên siyasî serê vê sibehê li ber çavên xelkê hatin îdamkirin.
Malbatên girtiyan û girseyên xelkê li Meydana Alîxaniyê kom bûn da ku rê li ber bidarvekirinan bigirin.
Lê hêzên Yekineyên Taybet ên Îranê rê li ber xelkê girt û pevçûn derket.
Divê were gotin ku li Îsfehanê înternet hatiye qutkirin û Tehranê bi awayê fermî bicihkirina cezayê daleqandinê yê li ser 2 ciwanên din ragihand.
Di xwenîşandanan de hatibûn girtin
Dezgeha Dadweriyê ya Komara Îslamî ya Îranê li ser mijarê daxuyaniyek da.
Dezgehê ragihand ku serê vê sibehê cezayê îdamê yê her du girtiyên bi navên Ebulfazil Sepahî Badcanî û Emîrhuseyn Seferî Husênabadî hatiye bicihanîn.
Ev her du ciwan di xwenîşandanên meha kanûna paşîn a îsal de li Îsfehanê hatibûn girtin.
Alozî derketin
Li gorî agahiyên ku li ser torên civakî hatine belavkirin, malbatên girtiyan û gelek kes çûne Meydana Alîxaniyê ya Îsfehanê.
Wan xwest rê li ber îdama her du ciwanan bigirin.
Li gorî raporên meydanî di navbera xelkê û hêzên ewlehiyê de alozî derketine.
Tê gotin ku hêzên Yekineyên Taybet bi çekên giran li devera bûyerê hatine bicihkirin.
Her wiha tora înternetê li Îsfehanê hatiye astengkirin û li cem gelek bikarhêneran hatiye qutkirin.
Dîmenên ku hatine belavkirin nîşan didin ku darbestên hesinî yên daleqandinê li Meydana Alîxaniyê hatine bilindkirin.
Ev yek jî bû sedem ku tirs û dilgiraniyeke mezin li nav bajêr belav bibe.
Beriya niha ji malbatên van girtiyan hatibû xwestin da ku ji bo "hevdîtina dawî" Girtîgeha Navendî ya Îsfehanê ziyaret bikin.
Ev her du ciwan di çarçoveya dosyeya bi navê "Melekşehr" yan jî "Meydana Alîxaniyê" de hatibûn darizandin.
Di vê dosyeyê de bi giştî 12 tohmetbar hene.
Hefteya borî jî 2 kesên din ên vê dosyeyê bi navên Gulmihemed Mihemedî û Îrfan Esfendiyarî hatibûn îdamkirin.
Rayedarên Îranê van girtiyan bi kuştina 4 endamên hêzên ewlehiyê yên di bûyerên 8ê Kanûna Paşîn de tohmetbar dikin.
Piştî van îdamên dawî, rewşa li Îsfehanê gelekî aloz e.



