Hewlêr (Rûdaw) - Bi guherînên dawî yên ku Rêberê Dinî yê Îranê Mucteba Xamineyî di kadroyên leşkerî yên payebilind de kirine, Kiyumers Heyderî bû Alîkarê Serokê Sererkaniya Hêzên Çekdar ên Îranê.
Kiyumers Heyderî Kurdekî Şîe ye û ji parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê ye.
Ew piştî kariyereke leşkerî ya nêzîkî 40 salan a di artêşa Îranê de, ket nav yek ji navendên herî krîtîk ên biryarên leşkerî yên welêt.
Wekî dildarekî Besîcan dest pê kir
Kiyumers Heyderî sala 1964an ji dayîk bûye û kariyera wî ya leşkerî dema şerê Îran û Îraqê sala 1982yan wekî dildarekî Besîcan dest pê kir.
Ew sala 1984an di artêşa Îranê de bi fermî bû efserek û wê li Lîwaya 81ê ya Zirxî ya li Kirmaşanê dest bi kar kir.
Heyderî di navbera salên 1998 û 2005an de fermandariya Bargeha Başûrrojavayê ya artêşa Îranê kir.
Paşê bû Alîkarê Fermandarê Hêzên Bejahî.
Kiyumers Heyderî di navbera salên 2008 û 2016an de wekî Alîkarê Yekem ê Fermandarê Hêzên Bejahî yên artêşa Îranê kar kir.
Ew sala 2016an bû Fermandarê Hêzên Bejahî. Wî ev peywira xwe nêzîkî 9 salan heta 22yê Çiriya Paşîn a 2025an domand.
Ev heyam di dîroka Hêzên Bejahî yên Îranê de bû yek ji wan heyamên herî dirêj ên fermandariyê.
Li Baregeha Navendî ya Xatemul Enbiya peywireke krîtîk
Heyderî sala 2025an li Baregeha Navendî ya Xatemul Enbiya bû alîkarê Elî Ebdullahî.
Ev baregeh yek ji saziyên herî payebilind ên operasyonel ên Hêzên Çekdar ên Îranê ye.
Baregeha Navendî ya Xatemul Enbiyayê yek ji navendên herî girîng ên fermandariyê ye.
Navend operasyonên artêşa Îranê û Supaya Pasdaran plan çavdêriya wan dike.
Baregeha Navendî ya Xatemul Enbiya sala 1983yan ji bo xurtkirina hevahengiya navbera artêş û Supaya Pasdaran hatibû avakirin.
Di salên pişt re de qalkirina yekbûna wê ya bi Sererkaniya Hêzên Çekdar re jî hat rojevê.
Guherîna di nav Hêzên Bejahî de
Di serdema fermandariya Heyderî ya Hêzên Bejahî de, di nav yekîneyên bejahî yên artêşa Îranê de nûbûneke girîng pêk hat.
Wî di şûna pergala lîwayan a kevn de, giranî da yekîneyên êrişê yên livdar û hêzên destwerdana bilez.
Bi vî awayî Kiyumers Heyderî hewl da kapasîteya operasyonel a Hêzên Bejahî zêde bike.
Li Sûriyeyê rol wergirt
Wî her wiha di zêdekirina hebûna leşkerî ya Îranê ya li Sûriyeyê de jî rol lîst.
Heyderî sala 2016an di serê wan yekîneyên artêşa Îranê de cih girt ku ji bo çûna Sûriyeyê hatibûn amadekirin.
Pişt re eşkere bû ku Lîwaya 65an a NOHEDê ya ku wekî hêzên taybet ên artêşa Îranê tê zanîn jî li Sûriyeyê kar kiriye.
Heyderî sala 2020an eşkere kir ku artêşa Îranê li Sûriyeyê bi yekîneyên xwe yên topavêj tevlî operasyonên li dijî DAIŞê bûye.
"Li Herêma Kurdistanê baregeh ava kirine"
Heyderî eşkere kiribû ku di dema şerê li dijî DAIŞê de yekîneyên bejahî yên Îranê li Îraqê jî çalakî kirine.
Fermandarê Îranî piştrast kiribû ku Supaya Pasdaran di çarçoveya "eniya berxwedanê" de derbasî Herêma Kurdistanê bûye û li vê derê baregeheke leşkerî ava kiriye.
Di lîsteya cezayan a Amerîka û Yekîtiya Ewropayê de ye
Kiyumers Heyderî ji ber rola xwe ya di serkutkirina xwenîşandanên li Îranê de, ket lîsteya cezayan a Amerîkayê.
Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê, Heyderî xist nav wan rayedarên Îranî yên ku sala 2019an di serkutkirina xwenîşandanan de rol lîstiye.
Yekîtiya Ewropayê jî bi sedema ku xwenîşandanên salên 2019 û 2022yan ji aliyê yekîneyên di bin fermandariya wî de hatine serkutkirin, ew xist lîsteya cezayan.
Pêgeha wî ya nû di saziyên leşkerî yên Îranê de
Peywirdarkirina Heyderî ya wekî Alîkarê Serokê Sererkaniya Hêzên Çekdar ên Îranê, wekî lûtkeya kariyera wî ya leşkerî tê nirxandin.
Ev peywir, Heyderî dixe nav wan navên payebilind ên ku di diyarkirina stratejiyên parastin û ewlehiya neteweyî ya Îranê de xwedî gotin in.
Ji bilî Heyderî, di nav artêşa Îranê û Supaya Pasdaran de fermandarên din ên Kurd ên payebilind jî hene.
Yek ji wan Fermandarê Hêzên Deryayî yê Îranê Şehram Îranî ye.
Şehram Îranî Kurdekî Sunî ye û ji bajarê Sineyê yê Rojhilatê Kurdistanê ye.
.webp&w=3840&q=75)


