Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî li ser êrişa li dijî ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî daxuyanî da.
Eraqçî li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir û êriş şermezar kir.
"Tiştek nabe hinceta van êrişên bêperwa"
Wezîrê Îranî got, "Tiştek nikare bibe hinceta van êrişên bêperwa yên ku li dijî ofîsa Serokwezîr Barzanî hatine kirin."
Eraqçî destnîşan kir ku divê Kurd hişyar bin li hemberî wan taktîkan ku dixwazin tevlîheviyê têxin navbera cîranan.
"Me dostên xwe yên Kurd li hemberî Sedam û DAIŞê parastin"
Ebas Eraqçî anî zimên ku Îranê berê jî piştgirî daye Kurdan û got:
"Me dostên xwe yên Kurd li hemberî Sedam û DAIŞê parastin. Em ji ber wê ewlehiya ku ew li ser sînorên me pêk tînin ji wan re spasdar in."
Li aliyê din, Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî jî êrişa bi dronan a li ser Hewlêrê şermezar kir.
Beqayî pirsên ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê IRNAyê yên li ser êrişê bersivandin.
"Ev rûdan gelekî biguman e"
Beqayî êriş şermezar kir û got, "Ev rûdan gelekî biguman e û divê bi baldarî û hûrgilî were nirxandin."
Beqayî da zanîn ku Îran bi biryar e pêwendiyên dostane yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re di her warî de biparêze û bihêztir bike.
Wî bangî hemû aliyan kir ku baldar bin û got:
"Dijminên Îran û Îraqê dixwazin pêwendiyên biratî yên di navbera her du gelan de xera bikin."
Wî xwest ku her kes “ji bo pûçkirina van planên dijminan” hewl bide.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê bal kişand ser hişyariyên rayedarên Îraqî yên berê jî.
Wî diyar kir ku berê jî hişyarî hatine dayîn da ku “ew şaneyên bi biyaniyan re girêdayî ne” werin tesbîtkirin.
Beqayî îdia kir ku armanca wan şaneyan ew e ku aramiya Îraqê û pêwendiyên wê xera bikin.
Çi bûbû?
Dijîterora Kurdistanê ragihand ku 2 dronên bombebarkirî avêtine Ofîsa Taybet a Serokwezîr û cihê mayînê yê Berpirsê Ajansa Parastinê.
Li gorî daxuyaniya Dijîterora Kurdistanê, îro (17ê Tebaxa 2026an) demjimêr 00:28an, 2 dronên bombebarkirî yên "Hedîd-110" ji aliyê sînorê Îranê ve hatine avêtin.
Dijîterorê da zanîn ku dron berdane baregeha Ofîsa Taybet a Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û cihê mayînê yê Berpirsê Ajansa Parastinê yên li navçeya Pîrmamê ya Hewlêrê.
Her wiha hat diyarkirin ku di êrişê de zererên canî çênebûne.
Dijîterorê di daxuyaniya xwe de ev êriş şermezar kirin û got:
"Em van êriş û destdirêjiyan bi tundî şermezar dikin û bi ti awayî nayên qebûlkirin, hemû berpirsyariya encaman jî di stûyê encamderan de ye."
Hedîd-110
Hedîd-110 drona Îranê ya herî bilez e, leza wê di demjimêrekê de digihîje 510 kîlometreyan û motora wê ji cureyê turboyê ye.
Ev dron dikare heta 9 kîlometreyan bilind bibe û demjimêrekê bifire û 350 kîlometreyan dûr here.
Her wiha, dikare 30 kîlogram teqemenî hilgire.
Dron ji bo wê hatiye çêkirin ku beriya pergalên parastina asmanî wê bibînin, bi lez û bez asmanê aliyê beramber derbas bike.
Ev cureyê dronê ji bo armanckirina radar, pêgehên hestyar, navendên fermandariyê û binesaziyên girîng hatiye çêkirin.
Cara yekem di Adara 2026an de di şerê li dijî Îsraîl û Amerîkayê de ji aliyê Supaya Pasdaran a Îranê ve hat bikaranîn.
Îranê bi awayekî fermî nirxê wê eşkere nekiriye lê tê texmînkirin ku nirxê wê di navbera 20 hezar û 50 hezar dolarî de ye.


.webp&w=3840&q=75)
