Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Banka Navendî ya Îranê Ebdulnasir Hîmmetî ragihand ku ji ber şer û girtina Tengava Hurmizê, hinartina (firotina derve) petrola Îranê rawestiyaye.
Birêvebirê Banka Navendî ya Îranê Ebdulnasir Hîmmetî diyar kir ku dahata petrolê û dahata giştî ya welat gelekî kêm bûye.
Her wiha eşkere kir ku pêvajoya serbestberdana 12 milyar dolarên Îranê yên blokkirî ku dê bi rêya Qeterê bihata kirin jî rawestiyaye.
Ebdulnasir Hîmmetî şeva borî di hevpeyvînekê de li gel medyaya fermî ya welatê xwe li ser rewşa aborî agahî dan.
Dahata Îranê kêm bûye
Hîmmetî ragihand ku hinartina petrola Îranê rawestiyaye û dahat gelekî kêm bûye lê ji ber ku wan ev rewş pêşbînî kiribû, amadehiya pêwîst kirine.
Serokê Banka Navendî ya Îranê got:
“Niha dahata Qeter û Îraqê ya ji hinartinê nêzîkî sifirê bûye. Em jî di dawiyê de rastî heman tiştî hatin.
Em petrolê hinarde nakin û ev rastiyek e lê me pêşbîniya pêwîst kiribû.”
Hîmmetî bal kişand ser wê yekê dahatê wan kêm bûye lê ew li ber xwe didin.
Wî destnîşan kir ku niha dabînkirina diravan a ji bo tiştên bingehîn û dermanan li gorî pênc mehên pêşî yên sala borî gelekî çêtir e.
Rewşa rezervên darayî
Li gorî gotina Hîmmetî, cudahiya Îranê ya ji hikûmetên wekî Qeter û Îraqê ew e ku ew dikarin bigihîjin rezervên xwe yên darayî.
Lê belê rezervên Îranê ji aliyê Amerîkayê ve hatine blokkirin û rê nadin ku Îran bigihîje wan pereyan.
Serokê Banka Navendî ya Îranê li ser pêwendiyên bi Îraqê re jî axivî û got:
“Beriya şer, me bi bihayê 12 milyar dolaran tişt difirotin Îraqê. 4 milyar dolar ji bo gaz û elektrîkê bû ku pêwendiya wê bi hikûmetê re hebû. 8 milyar dolar jî yê sektora taybet bû.”
Zehmetiyên ji bo mûçeyan
Ebdulnasir Hîmmetî behsa çûna xwe ya Îraqê û civîna bi berpirsên Îraqê welatî re kir û diyar kir ku ew li ser deynên Îranê yên li ser hikûmeta Îraqê axivîne û rayedarên Îraqî soz daye ku pirsgirêkê çareser bikin û anî zimên:
“Em bi Wezîrê Darayiyê yê Îraqê re li ser wan deynan axivîn û wan soz da ku bidin lê pirsgirêka wan jî wekî ya me ye. Ji ber ku Tengava Hurmiz girtî ye, nikarin tiştên xwe bifiroşin û meaşên karmendan bidin.
Wan meaşên xwe bi piranî ji dahata petrolê didan lê niha ev sê-çar meh in ku di dayîna meaşên xwe de jî rastî pirsgirêkan hatine.”
Pêwendiyên aborî yên bi Îraqê re
Serokê Banka Navendî ya Îranê ragihand ku pereyên wan di bankeke Îraqê de ne û li ser vê yekê dan û standin kirine û got ku ev pirsgirêk hêdî hêdî çareser dibe û ew dê di roj û hefteyên pêşiya me de sûdê jê wergirin.
Hîmmetî her wiha eşkere kir ku wî bi Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî re jî hevdîtin kiriye û li ser vê civînê got:
“Xaleke girîng a ku em bi Serokwezîr re gihîştin encamê ew bû: Em dê karibin wan çavkaniyên darayî yên ku di banka TBIya ya Îraqê de hene, ji bo peymankarên me yên ku li Îraqê kar dikin bikin garantiyek. Serokwezîr ev yek qebûl kir û fermanên pêwîst dan.”
12 milyar dolar
Hîmmetî derbarê çarenivîsa pereyên blokkirî ragihand ku di çarçoveya lihevkirina bi Amerîkayê re biryar hatibû dayîn ku 12 milyar dolar bên berdan lê heta niha ev nehatiye kirin û got:
“Me lihevkirineke destpêkê kiribû ku 12 milyar dolar bi awayekî bên berdan.
Şeş milyar dolar li Qeterê bûn û şeş milyar dolar jî li cihên din bûn ku biryar hatibû dayîn Qeter bide da ku em dereng nemînin lê ev yek nehat bicihanîn û pêvajo bi nîvco ma.”

.webp&w=3840&q=75)

