Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Îranê ragihand ku bandorên şer li ser aboriya Îranê diyar bûne û got, "Em li gel dijmin di nav şerekî berfireh ê aboriyê de ne."
Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf peyamek belav kir û diyar kir ku şerê li gel Amerîka û Îsraîlê bandor li aboriya Îranê kiriye.
Mihemed Baqir Qalîbaf da zanîn ku Amerîkayê hemû şiyanên xwe ji bo zexta li ser Îranê bi kar anîne û niha welatê wî di nav "şerekî berfireh ê aboriyê " de ye.
Serokê Parlamentoya Îranê ji xelk û aliyên siyasî xwest ku di rewşa niha de piştgiriya hikûmetê bikin û diyar kir:
"Ew piştgirî nayê wateya çavgirtina li xalên lawaz, baweriya bi xizmetkirina baştir a xelkê ye."
Qalîbaf bal kişand ser hewlên berpirsên Îranê yên ji bo nehiştina bandorên şer û anî ziman:
"Heta niha bandorên wan ên erênî ji bo birêvebirina welat hebûne û ji bo çareserkirina xalên lawaz gelek hewl hatine dayîn."
Cezayên nû yên Amerîkayê
Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent ragihandibû ku wan cezayên nû bi ser Tehranê de sepandine û her wiha diyar kiribû ku wan dest bi siyaseta "bê efû" li hemberî Îranê kiriye.
Piştî ragihandina cezayên nû yên aboriyê, dolarekî Amerîkî gihîşt ser 200 hezar tumenî û heta niha di vê astê de maye.
.webp&w=3840&q=75)


