Hewlêr (Rûdaw) - Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku wan dest bi bersivdana êrişên Amerîkayê kiriye.
Li gorî agahiyan Îranê bi mûşek û dronan êrişî baregehên Amerîkayê yên li Kuweyt, Qeter û Urdinê kiriye.
Supaya Pasdaran her wiha diyar kir ku wan droneke Amerîkî ya ji cureya MQ-9ê xistiye xwarê.
Pêwendiyên Giştî yên Supaya Pasdaran a Îranê îro li ser mijarê daxuyaniyek belav kir û tê de got:
"Artêşa Amerîkayê di êrişeke bêhêvî de gelek cih li qeraxên başûrê Îranê bombebaran kirin. Di nav van cihan de cihên sivîlan jî hebûn."
"Em dê kilîda Tengava Hurmizê tundtir bikin"
Supaya Pasdaran diyar kir ku êrişên Amerîkayê dê wan paş ve nede û hat gotin:
"Ev êriş kilîda Tengava Hurmizê tundtir dikin. Dê daxwaza hêzên me ya ji bo bersivdana hêzên biyanî yên destêwerder a li Tengava Hurmizê xurttir bibe."
"Me drona Amerîkayê xist xwarê"
Supaya Pasdaran da zanîn ku wan dest bi zincîreya bersivdanên xwe kiriye got:
"Di gava yekem de ji aliyê pergala parastinê ya asmanî ve 50yemîn drona bipêşketî ya cureyê MQ-9ê ya artêşa Amerîkayê hat xistin."
Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ew dê encamên operasyonên xwe yên din ên leşkerî paşê ji bo raya giştî belav bikin.
CENTCOMê çi gotibû?
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) îro daxuyandibû ku wan êrişî çend navçeyan li başûrê Îranê kiriye.
Li gorî CENTCOMê, ev êriş wekî bersivekê bûn ji bo hewldanên nû yên Tehranê yên ji bo armanckirina keştiyên bazirganî û leşkerên Amerîkayê.
CENTCOMê da zanîn ku wan baregehên Supaya Pasdaran a Komara Îslamî ya Îranê kirine armanc.
Di heman demê de Îranê jî bombebarankirina çend navçeyan li parêzgehên Hurmizgan û Sîstan û Belûçistanê ragihandibû.


.webp&w=3840&q=75)
