Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku di êrişên bi mûşekan ên Amerîkayê yên şeva borî yên li ser Îranê de, li parêzgeha Xuzistanê ya li başûrê welêt 7 kes mirine û 8 kes jî birîndar bûne.
Alîkarê Parêzgarê Xuzistanê Welîulah Heyatî agahî dan Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Îranê (IRNA).
Heyatî diyar kir ku şeva borî li 3 deverên parêzgehê êrişên bi mûşekan hatine kirin û di van êrişan de 7 kes mirine û 8 kes jî birîndar bûne.
Rayedarê Îranî da zanîn ku êriş li derdora bajarên Ehwaz û Axacariyê yên Xuzistanê hatine kirin.
Daxuyaniya CENTCOMê
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) doh êvarê daxuyandibû ku wan li Îranê êrişî Artêşa Pasdaran kiriye.
Piştî ku artêşa Amerîkayê daxuyand ku wê dest bi êrişan kiriye, medyaya Îranê ragihand ku li Girava Qeşmê, Bender Ebas, Sîrîk, Çabehar û Kunarekê dengê teqînan hatiye bihîstin.
.webp&w=3840&q=75)


.webp&w=3840&q=75)