Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Giştî yê Ewlehiya Neteweyî ya Îranê Muhsîn Rezaî ragihand ku divê pirsa partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê dimînin were çareserkirin.
Muhsîn Rezaî her wiha gef xwar ku ew li ti derê rê nadin ti tevgereke li dijî welatê xwe.
Sekreterê Giştî yê Ewlehiya Neteweyî ya Îranê Muhsîn Rezaî îro li Tehranê bi Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî re civiya.
"Bi ti awayî baweriya me bi Amerîkayê nîne"
Rezaî di civînê de qala rewşa niha ya herêmê û aloziyên di navbera Tehran û Washingtonê de kir û got, "Bi ti awayî baweriya me bi Amerîkayê nîne."
Muhsîn Rezaî li ser îhtimala destpêkirina dan û standinên di navbera welatê xwe û Amerîkayê de jî got:
"Divê destpêkê ew (Washington) ji bo bidestxistina baweriya me gavên pratîk biavêjin."
Peymana ewlehiyê ya di navbera Bexda û Tehranê de
Rezaî her wiha bal kişand ser peymana ewlehiyê ya di navbera welatê xwe û Îraqê de û li ser girîngiya bicihanîna wê axivî.
Wî da zanîn ku divê pirsgirêka partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên ku wî wekî "komên çekdar" bi nav kirin were çareserkirin û ewlehiya sînorên di navbera Îran û Herêma Kurdistanê de were parastin.
Îraq û Îranê 19ê Adara 2023yan li Bexdayê ji bo hevahengiya parastina sînorê hevpar ê her du welatan peymaneke ewlehiyê îmze kiribû.
Yek ji xalên herî girîng ên peymanê, dûrxistina Pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê ya ji ser sînorê her du welatan e.
Êrişên bi dron û mûşekan ên li ser Herêma Kurdistanê
Ji destpêka "Şerê 40 Rojî" ve ku 28ê Sibata îsal dest pê kiribû, Îranê bi hincetên cuda kampên penaberên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê bi berdewamî bombebaran dike.
Li gorî şopandina Tora Medyayî ya Rûdawê, ji 28ê Sibatê ve heta niha bi zêdetirî 1000 dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.
Ev di demekê de ye ku partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên endamên Hevpeymaniya Kurdistanî ne, gelek caran red kiriye ku wan hewl dabe serweriya axa Herêma Kurdistanê bin pê bikin an derbasî nava axa Îran û Rojhilatê Kurdistanê bibin.



