Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Îranê Mihemedbaqir Qalîbaf ragihand ku welatê wî bi rêya navbeynkaran peyam û mercên xwe ji Amerîkayê re şandine.
Qalîbaf li ser helwesta Tehranê got, "Bi baweriya me hevkêşeya 'şer an dan û standin' ne rast e.
Divê em di heman demê de hem şer bikin û hem jî dan û standinan bimeşînin."
Serokê Parlamentoya Îranê Mihemedbaqir Qalîbaf îro bi online beşdarî civîna parlamentoyê.
Qalîbaf rexne li wan tevger û aliyan girt ku welêt ber bi "şerekî bêdawî" ve dibin.
"Du şaşiyên stratejîk hene"
Qalîbaf di gotara xwe ya destpêkê de bal kişand ser rewşa siyasî ya welêt û destnîşan kir ku du şaşiyên stratejîk hene:
"Yekem, nêrîneke ku qal dike em tenê şer bikin lê ji bo bidawîanîneke bi hêz a vî şerî ti mekanîzmaya wê nîne.
Ev nêrîn dîplomasiyê red dike û bêyî hevsengiya şiyanan, welêt ber bi şerekî bêdawî ve dibe.
Ya duyem jî ew alî ne ku şiyanên neteweyî kêm dibînin. Ew Îranê qels nîşan didin û bi çandina tirsê, rêya teslîmbûnê û pejirandina şertên yekalî yên dijmin pêşniyar dikin."
"Şer û dan û standin bi hev re"
Serokê Parlamentoya Îranê tekez kir ku peyam û mercên Tehranê bi awayekî zelal bi rêya navbeynkaran ji aliyê Amerîkayê re hatine ragihandin.
Qalîbaf li ser vê mijarê anî zimên, "Divê em bi hişmendî û bi hêz şer bikin, di heman demê de jî di dema guncav de bi hêz û hişmendî dan û standinê bikin."
Qalîbaf her wiha diyar kir, heta ku mercên pêşwext ên Îranê neyên bicihanîn û Amerîka pabendî sozên xwe nebe, ji bo vegera ser maseya dan û standinan û vekirina Tengava Hurmizê ti derfet nîne.
"Em li benda bersiva Trump in"
Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê Muhsîn Rezaî jî 19ê Îlona 2026an dabû zanîn ku Tehranê mercên xwe bi rêya navbeynkarên Qeter û Pakistanê gihandine Amerîkayê.
Rezaî diyar kir ku ew niha "li benda bersiva Trump in."
Muhsîn Rezaî hişyarî da Washingtonê û got, "Di berjewendiya Amerîkayê de ye ku ew mercên me yên ji bo bidawîanîna şer qebûl bike."
Li gorî gotina Muhsîn Rezaî, mercên Îranê ev in:
- Bidawîanîna şer a li hemû eniyan
- Serbestberdana saman û sermayeyên blokekirî yên Tehranê
- Rakirina dorpêça deryayî ya li ser benderên Îranê



