Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan dê biçe Amerîkayê.
Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan dê ji bo beşdarbûna Civîna 81emîn a Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî biçe bajarê New Yorkê yê Amerîkayê.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Tesnîmê ya nîvfermî ya Îranê, eger heta kêliya dawiyê ti guhertin çênebin, tê plankirin ku Pizîşkiyan biçe Amerîkayê.
Dê hevdîtinên dualî bike
Tê çaverêkirin ku Pizîşkiyan di Civata Giştî de li ser êrişên li dijî Îranê û helwesta welatê xwe biaxive.
Her wiha tê payîn ku Serokkomarê Îranê bi serokên çend welatan re hevdîtinên dualî bike.



