Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf gefên tund xwarin û got ku eger welatê wî nekaribe petrolê bifroşe, ew dê rê nedin ti welatên din ên herêmê ku petrolê hinarde bikin.
Mihemed Baqir Qalîbaf her wiha hişyarî da Amerîkayê ku di nebûna ewlehiyê de ji bo Îranê, ti jêrxaneya li herêmê parastî namîne.
Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf di civîna asayî ya parlamentoyê de ku bi awayekî online hat lidarxsitin, li ser aloziyên navbera Amerîka û Îranê, Tengava Hurmizê û dorpêçên li dijî welatê xwe axivî.
Serokê Parlamentoya Îranê amaje bi girtina Tengava Hurmizê kir û got:
"Serokê xeyalperest ê Amerîkayê di van demên dawiyê de hinek daxuyaniyên bêbingeh li ser Tengava Hurmizê û derbasbûna keştiyan dane lê ev tenê ducarekirina îdiayên wî yên berê ne."
"Ti kes nikare li vê derê petrolê bifiroşe"
Qalîbaf gef li Amerîka û welatên herêmê xwarin û got:
"Bila Amerîkayî û welatên din jî baş bizanibin; wekî ku me berê jî gotibû, li herêmeke ku em tê de petrolê nefiroşin ti kes nikare petrolê bifiroşe û heke ewlehiya me neyê dabînkirin, ti jêrxane aram û parastî nabe."
Serokê Parlamentoya Îranê tekez kir ku dorpêç û gef nikarin gelê Îranê bi paşve bidin û anî zimên:
"Gelê Îranê ne şerxwaz e lê di parastina ewlehî, rûmet û mafên xwe de dudil nabe.
Eger Amerîkaya dijmin ji vê rastiya bingehîn fêm neke, wekî her tim dê di çerxa wergirtina rêyên giran ên ji aliyê gelê Îranê de asê bimîne."
"Serdema tirsandinê bi dawî bû"
Mihemed Baqir Qalîbaf amaje bi axaftina Serokê Amerîkayê Donald Trump a li Neteweyên Yekbûyî kir û ew wekî "bêserûber" û "bêrêzî li beramberî gelê Îranê" bi nav kir û got:
"Bersiva me ya ji bo van bêrêziyan heman gotina zelal a berê ye: Tiştê ku we nekiriye bikin.
Divê rayedarên Koşka Spî bizanibin ku serdema tirsandinê bi dawî bûye û Îran bi dorpêça asmanî û bazirganî paşve gavê navêje.
Bersiva me ya ji bo her destdirêjiyekê dê giran, poşmanker, kûr û bilez be."
Serokê Parlamentoya Îranê Qalîbaf wiha pê de çû:
"Hewldanên îro yên Amerîkayê yên ji bo sepandina dorpêça deryayî, girtina rêyên asmanî û zexta zêde ya li ser damarên bazirganiyê, bi rêya plankirin û birêvebirina cidî ya di qadên aborî de û bersivên leşkerî yên mîna sala 1981ê dê bi temamî têk biçin."
Bandora girtina Tengava Hurmizê
Ji destpêka derketina şer ve Îranê Tengava Hurmizê girtiye, li hemberî wê jî Amerîkayê dorpêçeke tund a deryayî xistiye ser benderên Îranê.
Ji ber vê sedemê hinartina petrola Îranê ya ji bo bazarên cîhanê bi awayekî berbiçav kêm bûye.
Li aliyê din, ev hefteyek e ku Amerîkayê dorpêça asmanî jî xistiye ser geştên asmanî yên Îranê.
Ji ber vê yekê gelek welatên herêmê û cîhanê geştên şirketên Îranî betal kirine û gelek welatan jî geştên xwe yên ber bi Îranê ve rawestandine.



