Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan got ku ji Şoreşa 1979an û vir ve welat cara yekem e rastî zext û zoriyeke wiha giran tê.
Pizîşkiyan bal kişand ser pirsgirêkên aborî û civakî û diyar kir ku divê piştgiriya li taxan were xurtkirin.
Pizîşkiyan diyar kir ku hin alî dixwazin Îranê bikin armanc û bêîstîqrariyê derxînin.
Lê li gel vê yekê jî, wî îdia kir ku yekîtî û bihevrejiyana civakî zêdetir bûye.
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya nûçeyan a Îranê IRNAyê, Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan bi rêya online beşdarî civîna Konseya Plansazî û Bipêşketinê ya Parêzgeha Azerbeycana Rojhilat bû.
Mesûd Pizîşkiyan di vê civînê de rewşa aborî û civakî ya welêt nirxand.
Pizîşkiyan bi bîr anî ku di salên destpêkê yên Şoreşa 1979an de pirsgirêkên aborî û civakî bi rêya piştgiriya li derdora mizgeftan dihatin çareserkirin.
Wî destnîşan kir ku divê têgihiştina piştgiriya civakî ya wê demê ji nû ve were xurtkirin.
Pizîşkiyan anî zimên ku agahdarbûna mirovên li taxan ji rewşa aborî û civakî ya hevdû gelekî girîng e.
Wî got ku ev yek ji bo tesbîtkirina pirsgirêkan û pêşkêşkirina çareseriyan alîkar e.
"Ji şoreşê û vir ve welat qet rastî zexteke wiha nehatibû"
Pizîşkiyan qala zextên li ser welêt kir û got:
"Di nava 48 salên ku di ser şoreşê re derbas bûne de welat ti carî rastî zext û zoriyeke wiha giran nehatibû."
Pizîşkiyan ragihand ku "dijminên wan" rêberê berê yê Îranê Elî Xaminêyî û hinek fermandar û rayedaran dikin armanc û bi vê yekê dixwazin li welêt bêîstîqrariyê derxînin.
"Li welêt yekîtî û bihevrejiyan zêde bû"
Pizîşkiyan anî zimên ku li Îranê bêîstîqrarî çênebûye. Wî îdia kir ku berevajiyî rûdanan, yekîtî û bihevrejiyana civakî xurttir bûye.
Pizîşkiyan ji bo têkoşîna li dijî pirsgirêkên aborî û civakî careke din bal kişand ser girîngiya piştgiriya di navbera taxan de.
Wî destnîşan kir ku divê ew pêkhateya civakî were xurtkirin ku tê de mirov çavdêriya rewşa hevdû dikin û bi hev re li çareseriya pirsgirêkan digerin.



