Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî nûçeyên ku di medyaya Îranê de hatine belavkirin, Amerîka û Îsraîlê bi mûşekan êrişî Girava Qeşmê kir.
Di medyaya Îranê de hat ragihandin ku êrişa bi mûşekan a Amerîka û Îsraîlê li dijî Girava Qeşmê ya li başûrê Îranê û nêzîkî Tengava Hurmizê hatiye kirin.
Ajansa Tesnîmê: Hîn daxuyaniya fermî nîne
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Nîvfermî ya Tesnîmê ya Îranê, bi mûşekan êrişî Girava Qeşmê hatiye kirin.
Di nûçeyê de hat destnîşankirin ku êriş ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve hatiye kirin.
Her wiha hat diyarkirin ku li ser mijarê hîn ti daxuyaniya fermî nehatiye dayîn.



