کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî / Wêne: Arşîv

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî / Wêne: Arşîv

ÎRAN

Îranê îdiaya Trump a li ser agirbestê red kir

Maseya Edîtoran a Rûdawê

Maseya Edîtoran a Rûdawê

01-04-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran a Rûdawê

Maseya Edîtoran a Rûdawê

01-04-2026

Nûçeyên Têkildar

Eraqçî: Welatên herêmê piştgiriyê didin pêşniyara me ya vekirina Tengava Hurmizê
ÎRAN16-11-2026

Eraqçî: Welatên herêmê piştgiriyê didin pêşniyara me ya vekirina Tengava Hurmizê

Îranê daxwaza Almanyayê red kir
ÎRAN15-11-2026

Îranê daxwaza Almanyayê red kir

Li Îranê binesaziya av û kanalîzasyonê zêdetirî 77 milyon dolar zerer dît
ÎRAN15-11-2026

Li Îranê binesaziya av û kanalîzasyonê zêdetirî 77 milyon dolar zerer dît

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî îdiayên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên derbarê "daxwaza agirbestê ya Îranê" de red kirin û got, "Ti rastiya van gotinan nîne."

Li gorî medyaya Îranê, Îsmaîl Beqayî ji televîzyona Al Jazeerayê re axivî û îdiayên Serokê Amerîkayê Donald Trump nirxandin.

Beqayî li ser îdiaya Trump a ku gotibû "Serokkomarê nû yê rejîma Îranê ji min agirbest xwestiye", bertek nîşan da û diyar kir ku ev yek dûrî rastiyê ye.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê bi awayekî zelal got, "Ti rastiya gotinên Trump ên derbarê agirbestê de nîne."

Gotinên Trump çi bûn?

Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê şerê ku bi êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li dijî Îranê dest pê kiriye daxuyaniyek dabû.

Trump di peyama xwe de îdia kiribû û gotibû:

"Serokkomarê nû yê rejîma Îranê ku li gorî yên beriya xwe gelekî kêmtir radîkal e û gelekî zîrektir e, ji Amerîkayê agirbest xwest."

Her wiha Trump şertek jî danîbû û gotibû, dema ku Tengava Hurmizê bi awayekî ewle, vekirî û azad ji derbasbûnan re bê vekirin, ew dê vê daxwaza agirbestê binirxînin.

Pirsên