کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Mihemed Baqir Qalîbaf / Wêne: Arşîv

Mihemed Baqir Qalîbaf / Wêne: Arşîv

ÎRAN

Qalîbaf: Amerîkayê nikaribû baweriyê bide Îranê

RÛDAW

RÛDAW

12-04-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW12-04-2026

Nûçeyên Têkildar

Eraqçî: Welatên herêmê piştgiriyê didin pêşniyara me ya vekirina Tengava Hurmizê
ÎRAN16-11-2026

Eraqçî: Welatên herêmê piştgiriyê didin pêşniyara me ya vekirina Tengava Hurmizê

Îranê daxwaza Almanyayê red kir
ÎRAN15-11-2026

Îranê daxwaza Almanyayê red kir

Li Îranê binesaziya av û kanalîzasyonê zêdetirî 77 milyon dolar zerer dît
ÎRAN15-11-2026

Li Îranê binesaziya av û kanalîzasyonê zêdetirî 77 milyon dolar zerer dît

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Îranê ragihand ku di dan û standinên Pakistanê de Amerîkayê nikaribûye baweriyê bide Îranê.

Wî diyar kir ku niha dor a Washingtonê ye ku biryarê bide ka dikare wê baweriyê ducare ava bike yan na.

Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf piştî bidawîhatina dan û standinan li ser hesabê xwe yê tora civakî Xê nivîsand:

"Beriya destpêkirina dan û standinan me tekez kiribû ku em xwedî niyeteke baş û îradeyeke pêwîst in.

Lê belê ji ber tecrubeya du şerên borî, ti baweriya me bi aliyê beramber nîne."

Qalîbaf amaje bi wê yekê kir ku şandeya Îranê ya bi navê "Mînab 168" komek destpêşxeriyên nû pêşkêş kirine.

Lê belê wî destnîşan kir ku aliyê beramber di van dan û standinan de nikaribûye baweriyê bide şandeya Îranê.

Piştî nêzîkî 40 rojan şer, 8ê Nîsanê Amerîka û Îran bi navbeynkariya Pakistanê li ser agirbesteke du hefteyî li hev kir.

Her du aliyan biryar da ku li Îslamabada paytexta Pakistanê dan û standinan bikin.

Her du şande doh 21 demjimêran civiyan û dan û standin kirin lê negihîştin peymanekê.

"Dîplomasiya bihêz" û têkoşîna leşkerî

Serokê Parlamentoya Îranê dibêje ku Amerîka ji mantiq û bingehên Tehranê fêm kiriye.

Wî her wiha anî ziman ku ew "dîplomasiya bihêz" li gel têkoşîna leşkerî wekî rêyekê ji bo bidestxistina mafên gelê Îranê dibînin.

Qalîbaf tekez kir ku ew dest ji "destkeftên" 40 rojên parastina Îranê bernadin.

Qalîbaf di dawiya peyama xwe de spasiya hewlên Pakistanê yên ji bo hêsankirina pêvajoya dan û standinan kir.

Wî her wiha destxweşî li şandeya Îranê kir ku 21 demjimêran di nav dan û standinên dijwar de bûn.

Nûçeyên Têkildar

Eraqçî: Welatên herêmê piştgiriyê didin pêşniyara me ya vekirina Tengava Hurmizê
ÎRAN16-11-2026

Eraqçî: Welatên herêmê piştgiriyê didin pêşniyara me ya vekirina Tengava Hurmizê

Îranê daxwaza Almanyayê red kir
ÎRAN15-11-2026

Îranê daxwaza Almanyayê red kir

Li Îranê binesaziya av û kanalîzasyonê zêdetirî 77 milyon dolar zerer dît
ÎRAN15-11-2026

Li Îranê binesaziya av û kanalîzasyonê zêdetirî 77 milyon dolar zerer dît

Pirsên