Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Serokê Daîreya Pêwendiyan a Ofîsa Serokkomariya Îranê Mehdî Tabatabaî, îdiayên ku Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan îstifa kiriye derewandin.
Mehdî Tabatabaî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî li ser îdiayên îstifakirina Pizîşkiyan daxuyaniyek da.
Tabatabaî diyar kir ku Pizîşkiyan dê di mijara xizmetkirina ji bo xelkê de bi paş de gavan neavêje.
Wî îdiayên îstifakirina Serokkomar derewandin û ew îdia wekî berdewamiya lîstikên hinek dezgehên medyaya biyanî pênase kirin.
Tabatabaî da zanîn ku gelê Îranê dê di mijara yekîtî û bihevretiyê de bi paş de gavan neavêje.
Wî anî zimên ku ew dê xwesteka têkdana yekîtiya neteweyî ya Îraniyan dîsa bi xwe re bibin "gorê".
