کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

ÎRAQ

Hêzên Îraqê ketin Curf Sexrê: Elî Zeydî peyamek da

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

20-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran20-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Trump: Elî Zeydî hevalê min e û kesekî bihêz e
ÎRAQ20-11-2026

Trump: Elî Zeydî hevalê min e û kesekî bihêz e

Hêzên Îraqê çûn nav Curf Sexrê
ÎRAQ20-11-2026

Hêzên Îraqê çûn nav Curf Sexrê

Operasyona Curf Sexrê bi paş ket
ÎRAQ20-11-2026

Operasyona Curf Sexrê bi paş ket

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îraqê ji wan hêzên ewlehî û leşkerî yên ku ketine Curf Sexrê (Curf Nesir) xwest ku bi sebir tevbigerin û got, "Biryara me ew e ku li derveyî desthilata dewletê çek nîne."

Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî ji ber ketina hêzên ewlehiyê ya nava nahiyeya Curf Sexrê ya li parêzgeha Babilê peyamek da wan hêzan.

Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî di peyama xwe de got:

"Ez di demekê de bi we re diaxivim ku hûn qonaxeke nû di dîroka Îraqê de dinivîsin.

Du fermanên min ji bo we hene ku layiqî mêrxasiya we ne, sebir û bîrewerî.

Ji ber ku em şer nakin. Hemû kesên li wir birayên we ne û neyartî di navbera we de nîne.

Li hemberî we neyarek nîne, ew zarokên vî welatî ne û xwîna wan xwîna me ye."

"Çek dê di bin yek alayê de bin"

Serokwezîrê Îraqê her wiha da zanîn:

"Pêdiviya vê qonaxê bi giyanê rêlibergirtina aloziyan heye, ne rûxandinê.

Her kes dê di bin yek alayê, yek serkirdayetiyê û yek yasayê de tevlî refên hêzên leşkerî bibin."

Peyama Serokwezîrê Îraqê piştî çend demjimêran ji ketina hêzên ewlehiyê ya nava Curf Sexrê hat ku 12 sal bûn di bin kontrola Ketayîb Hizbulahê de bû.

Elî Zeydî berê xwe da hêzên leşkerî û got:

"Gelî mêrxasan, biryara me ew e ku li derveyî desthilata dewletê çek nînin.

Ji xeynî çekê Îraqê ti çek nînin, ji xeynî biryara Îraqê ti biryar nînin û ti alayek jî ji alaya Îraqê bilindtir nîne."

Artêş, polîsê federal û polîsê enerjiyê li gel 2 lîwayên Heşdî Şebiyê dê berpirsyariya ewlehiyê ya li nahiyeyê wergirin û Ketayîb Hizbulah jî dê bi qonaxan ji Curf Sexrê vekişe.

Serokwezîrê Îraqê di berdewamiya axaftina xwe de anî zimên:

"Gelê Îraqê gotina xwe got û ji bo parastina samanên Îraqê û nehîştina gendelî û serhildanê li gel dewletê rawestiya.

We îsbat kir dema ku Îraq bibe yek ti tişt li ber wê nasekine.

Ji Curf Nesirê ve em dest bi sepandina desthilata dewletê li ser hemû axa Îraqê dikin da ku em rûbirûyî gendeliyê yan jî çekê ji kontrolê derketî bibin.

Ev destpêka Îraqeke yekgirtî, bihêz û dadperwer e ku destûr û yasa hukim lê dikin."

Nûçeyên Têkildar

Trump: Elî Zeydî hevalê min e û kesekî bihêz e
ÎRAQ20-11-2026

Trump: Elî Zeydî hevalê min e û kesekî bihêz e

Hêzên Îraqê çûn nav Curf Sexrê
ÎRAQ20-11-2026

Hêzên Îraqê çûn nav Curf Sexrê

Operasyona Curf Sexrê bi paş ket
ÎRAQ20-11-2026

Operasyona Curf Sexrê bi paş ket

Pirsên